‘Divê gumanbar demildest bên girtin’ 2023-07-22 09:04:45   Rabîa Onver   COLEMÊRG - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Oznur Bartin der barê doza gumanbarê ku destdirêjî li Esra Y. Kir û bêyî ku bê girtin tê darizandin axivî û got: “Ji bo gumanbar sûcên din nekin jiyanên din tarî nekin divê demildest bên girtin.”   Di 27’ê Gulana 2016’an de li gundekî navçeya Şemzînan a Colemêrgê 3 kesên bi navê Veysî, Zahir û Nîhat Yilmaz tecawizî Esra Y. a 11 salî kiribûn. Di çarçoveya pêvajoya hiqûqî ya ku zarok ji xizmên xwe re qala bûyeran kir de 3 kiryar hatin girtin, doz li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Ji bo 3 kiryaran ji ber sûcên “îstismara zayendî” û “bêparhiştina ji azadiyê” ji her yekî re 42 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Piştî îtîraza kiryaran a li Dadgeha Îstînafê ya Herêmê, ceza  hat betalkirin û ji bo kiryaran biryara ji nû ve darizandinê hat dayîn.    Lê belê 8 meh şûnde kesên ku ji ber “nebûna delîlan” hatin berdan. 11 roj şûnde kiryar hatin berdan. Berdana wan kesan bû sedema xwekuştina Esrayê. 9'emîn danişîna dozê di 17'ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Di danişînê de şandeya dadgehê bi hinceta beşdarbûna kiryaran a danişînan daxwazên girtinê red kiribû.   Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê Oznur Bartin der barê mijarê de nirxandin kir.   Oznurê da zanîn ku Esra ji aliyê sê gumanbarî ve hatiye tehdîdkirin, şantaj lê hatiye kirin û piştî ku tiştên hatine serê wê vegotiye pêvajoya hiqûqî dest pê kiriye û wiha got: “Esra Y. Di 21’ê hezîrana 2016’an de li serdozgeriya komarê ya Şemzînanê îfade da. Di îfadeyê de diyar kiribû ku Veysî, Zahîr û Nihat Yilmaz dîmenên wê kişandine, bi van dîmenan ew û malbata wê bi mirinê tehdîd kiriye. Li ser vê her sê gumanbar hatin girtin û 42 sal ceza hat birîn. Lê ceza ji aliyê dadgeha îstînafê ve hat xerakirin û 6 meh şûnde gumanbar hatin berdan. 11 roj şûnde jî Esra Y întîxar kir. Li gundê dijiya di bin zinarekî de hat dîtin. Esrayê biguman jiyana xwe ji dset da. Esrayê travmayên mezin jiyabû û ev di rojnivîsa ku girtibû de bi aşkera tê dîtin.”   ‘Yên sûc dikin cesaretê digirin’   Oznurê daxuyakirin ku kesa ku ev tişt jiyaye zarokek 11 saliye û wiha dirêjî dayê: “Tiştê wê jiyaye di tu wijdan, hiqûq û mirovahiyê de tuneye. Esra encama xeleka binpêkirina mafan de jiyana xwe ji dest daye. Kesên Esra bi mirinê tehdîd kirin hatin berdan. Mirina Esrayê rewa kirin. Sûcên li dijî jin û zarokan bê ceza dimînin. Destdirêjî li Esrayê hat kirin, tehdîd û şantaj hat kirin. Yên ku Esra berbi zinar ve birin hevkarên sûc in.Tevî 7 sal di ser mirina Esrayê derbas bû hîna jî gumanbar li derve digerin. Gumanbar ji darazê cesaret digirin.”   ‘Divê demildest gumanbar bên girtin’   Oznurê got di runiştina di 17’ê Tîrmehê ya li dadgeha ceza giran a Geverê hatiye dîtin de gumanbaran Veysî, Zahîr û Nîhat Yilmaz parêzerê Esra Y, bavê wê Bazid Y û birayê wê Selîm Y tehdîd kirine û ev tişt anî ziman: “Xizmên gumanbaran ji malbatê re gotine ‘hun dest ji gilî bernedin wê yek ji web ê kuştin, yek ji me bê girtin wê ji we yek bimre’. Ji ber tahliyeya gumanbaran wê pêşiya sûc bê vekirin. Divê demildest dawî li vê dijhiqûqiyê bê anîn û edelet pêk bê. Hîna ku gumanbaran sûcên din nekirine divê demildest bên girtin.  Desthilatdariya ku pêşî li kuştinên jinan vedikin bi vê jî sînor namînin û ji bo gumanbar ceza negirtin jî hewl didin. Em vê di doza Esrayê de jî dibînin. Serokê AKP’a Colemêrgê Zeydîn Kaya û keça xwe tevli dozê dibin. Ev rewş di alî siyasetê de şermek mezin e. Ev bûyer di encama dijminahiya li hember nasnama jinê pêk tên.”   ‘Em ê têbikoşin’   Oznurê wiha dawî lê anî: “Em ê şopdarên mijarê bin. Heta edelet pêk neyê em ê têkoşîna xwe bidomîn. Ne tenê em hemû kesên xwedî wijdan, kesên têkoşÎna hiqûqê didin ji bo vê dozê hewl didin. Em banga xwe dubare dikin. Divê doza Esra Y. bi hemû aliyan bê lêkolînkirin û edleet pêk bê. Ji bo ronîkirina bûyerê me li meclîsê jî xebatên xwe meşand û em dimeşînin.”