Qanûna gotina nefretê tune ye, divê pirs bên bersivandin 2023-07-22 09:03:31   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Ji parêzerên Baroya Îzmîrê Ayşegul Karpuz da zanîn ku li dijî gotinên nefret û nîjadperestiyê ya li ser çapemeniya civakî, di qanûnên heyî de sûcên nefretê nayên sererastkirin û qanûnên heyî bi kêfî pêk tên. Ayşegulê da zanîn ku divê bersiva pirsên polîtîka û ferasetek çawa pêkan be bê dayîn.   Li ser çapemeniya civakî gotinên nîjadperest, newekheviyê dikin û zayenperest her diçin zêde dibin. Di hedefa van gotinan de li Tirkiyeyê yên herî zêde para xwe digirin jin, penaber û Kurd in. Ji Komîsyona İltîca û Penaberiyê ya Baroya Îzmîrê Ayşegul Kapuz da zanîn ku xala TCK ya 2016’an ya ‘sûcê tehrîkê kîn û dijminahiya mirovan dike’ ya der barê gotinê de sererast dike tenê der barê tiştên der barê nirxên olî de pêk tînin û der barê sûcên nefretê de tiştekî nake. Ayşegulê da zanîn ku divê bersivên pirsên polîtîka û ferasetek çawa tê xwestin bên bersivandin.   ‘Sererastkirinek tune ye’   Ayşegulê daxuyakirin ku di qanûnên heyî yên Tirkiyeyê de der barê gotinên nefretê de sererastkirniek tune ye û da zanîn ku xala TCK ya 2016’an ya ‘sûcê tehrîkê kîn û dijminahiya mirovan dike’ ya der barê gotinê de sererast dike tenê der barê tiştên der barê nirxên olî de pêk tînin û der barê sûcên nefretê de tiştekî nake. Ayşegulê wiha vegot: “Di vê xalê de gotina nefretê nayê venasîn. Bi guherîna qanûna dawî re cezayên der barê şopandina bi israr a der barê jinan de ceza hene û em ê pêkanîna wan nû bibînin. Mixabin niha der barê penaberan de sererastkirinek tune ye û yên dikarin pêk bên jî nayên qebûlkirin.”   ‘Gotinên nefretê hawira pevçûnê diafirîne’   Ayşegulê daxuyakirin ku fenomenên çapemeniya civakî, rêberên partiyên siyasî û hunermend gotinên populîst û nîjadperest belav dikin û got: “Ev kesên qaşo perwerdekirî belkî tu carê li dijî penaberan êrîşa fîzîkî nakin lê dema mirov dadikevin taxan her tişt diguhere. Gotinên tên gotin mixabin tundiya em jê re dibêjin mobîng, diafirîne. Minakên pratîk ên sererastkirinên nû yên di hawira dîjîtal de jî neyînî ne.”   Ayşegulê da zanîn ku ji pirsa ‘divê qanûnên çawa hebin wêdetir’ pirsa ‘feraset û polîtîkayek çawa’ girîng e û got dewlet bi rastî bixwaze dikare welatiyên xwe biparêze.