22'yê Tîrmeha 2022'yan: Forûma Şoreşa Jinên Rojhilata Navîn pêk hat 2023-07-22 09:01:27   Li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê di 22'yê Tîrmeha 2022'yan de bi pêşengiya Kongra Star, Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê, Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Akademiya Jineolojiyê, Yekîtiya Jinên Suryanî, Yekîtiya Jinên Zenûbya, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Forûma Şoreşa Jinên Rojhilata Navîn a 2 rojan pêk hat.     Di dîrokê de hin bûyerên din ên girîng ku îro qewimîne wiha ne:   1849: Helbestkara DYA’yî  û aktîvîst Emma Lazarus îro hat dinê. Di 1883’an de berhema  “The New Colossus” nivîsî. Emma di 19’ê Mijdara 1887’an de jiyana xwe ji dest da.   1881: Augusto Fox Bronner îro hat dinê. Psîkologa DYA’yî di qada psîkolojiya jinan de xebat meşand. Di 11’ê Kanûna 1966’an de jiyana xwe ji dest da.   2013: Parêzer û dadgera DYA’yî Sara Rosalîe Wahl di 27’ê Tebaxa 1924’an de hat dinê û yekem jin e ku tayînî Dadgeha Bilind a Mînnesota bûye. Sarayê 8 sal berê îro jiyana xwe ji dest da.   2016: Di bin banê Şaredariya Artukluyê ya Mêrdînê de Mala Jinê ya Çîçek hat vekirin.    2019: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi merasîma ku ji aliyê Şaredariya Erdîşa Wanê ve hat lidarxistin Navenda Jiyanê ya Jinan Zîlan li ser rêya peravê vekir.  Di merasîma vekirinê de li gel parlamentera Wanê Muazzez Orhan, Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Mustafa Avci, hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajarê Wanê gelek kes tevli merasîma vekirina saziyê bûn.   2020: Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK)  li bajarê Silêmanî yê Herêma Federal a Kurdistanê li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşek girseyî pêk hat.