ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-22 09:00:00     *Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya YE Prof. Dr. Karîane Westrheîm da zanîn ku Tirkiye çekên kîmyewî jî tê de her cureyê hêza siyasî û leşkerî li hember Kurdan bi kar tîne û got: “Der barê çekên kîmyewî de gelek belge û zanîn hene lê îradeya siyasî ya bikeve tevgerê qels e. Ji Peymana Lozanê ya 1923’yan heta  serlêdana endamtiya NATO’yê ya 2023’yan seranserê dîrokê Kurd wek piyon hatin bikaranîn. Bi dehan carî ji bo mijarên siyasî kirin qurban.”   *Parlamentera Partiya Çep a Kesk Oznur Bartin der barê doza gumanbarê ku destdirêjî li Esra Y. Kir û bêyî ku bê girtin tê darizandin axivî û got: “Ji bo gumanbar sûcên din nekin jiyanên din tarî nekin divê demildest bên girtin.”   *Ji parêzerên Baroya Îzmîrê Ayşegul Karpuz da zanîn ku li dijî gotinên nefret û nîjadperestiyê ya li ser çapemeniya civakî, di qanûnên heyî de sûcên nefretê nayên sererastkirin û qanûnên heyî bi kêfî pêk tên. Ayşegulê da zanîn ku divê bersiva pirsên polîtîka û ferasetek çawa pêkan be bê dayîn.   *Parezêr Cansel Talay, destnîşan kir ku divê aktîvîstên jin û saziyên jinan gund bi gund bi jinan re bicivin û tundiya li dijî wan bixin rojevê û got ku desthîlatdar hewil dide daxwazên tarîkatan ên li dijî jin û zarokan pêk bîne. DÎMEN HEYE