Ji ciwanên sewqê edliyeyê hatibûn kirin 2 heb hatin girtin 2023-07-21 21:26:33   STENBOL- Ji ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin, 2 jê hatin girtin.    Ciwanên ku duh li Kadikoya Stenbolê di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin îro sewqî Edliyeya Kartalê hatin kirin. Ji 33 ciwanan 29 jê hatin berdan û 2 ciwan jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.    Ji ciwanan Yakup Bulut û Ramazan Canpolat jî hatin girtin.