Platforma Ked û Demokrasiyê çû serdana rojnamegeran 2023-07-21 20:09:32   AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê serdana rojnamegerên hatin berdan kirin û destnîşan kirin ku wê piştevaniya wan a ji bo çapemeniya azad bidome.   Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê serdana rojnamegerên hatin berdan kirin. Serdan di avahiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) de hat kirin. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut û Hakki Boltan nûnerên saziyê pêşwazî kirin.  Di serdanê de saziyan bal kişandin ser pêştevaniyê û banga xwedî derketina Çapemeniya Azad kirin. Hevserokê ÎHD yê Amedê Abdullah Zeytun, Seroka Odeya Tabîbên Amedê Elîf Turan, Serokê Odeya Endezyarên Zîraatê Samet Ucuman, Hevserokê Hejmara 1’an a Egîtîm Sen a Amedê Zulkuf Guneş û endamên saziyên sivîl di serdanan de amade bûn.    Hevserokê ÎHD’ê Abdullah Zeytûn destnîşan kir ku heke çapemeniya kurd tune be parêzvanên mafên mirovan jî nikarin dengê xwe ragihînin. Zeytûn diyar kir ku divê piştevaniya çapemeniya Kurd bê kirin û têkiliyên saziyên sivîl xurttir bibin.    Dû re Seroka Odeya Tabîbên Amedê Elîf Turan axivî û da zanîn ku wan dîsa pêvajoyek bê hiqûqî derbas kirine û wiha got: “Hêvî dikim ku ev pêvajo bi dawî bibe, lê wisa xûya dike ku wê bidome. Em bi çapemeniya azad serbilindin û em hertim bi we re ne. Hêvî dikim careke din tiştek neyê serê çapemeniya azad û saziyên ku kar û xebatên xwe dimeşînin. Çi bikeve ser milên me em ê bikin, derbasî be.”    Rojnameger Serdar û Zeynel Abîdîn xêrhatina saziyan kirin û ji bo piştevaniyê jî spasiyên xwe anîn ziman.