'Em ê heta dawiyê şopdarê doza Jeannah bin' 2023-07-21 16:19:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Femînîstên ji bo Dîna ku ji bo mirina bi awayekî guman a Dîna edaletê dixwazin, wiha gotin: "Tundiya mêr tê veşartin. Ji ber vê yekê ev doz doza me û ya hemû kesên ku li van axan ji bo azadiya jinê têdikoşin e. Em li heqîqet û edaletê ne.”   Parêzerên dosyaya Jeannah Danys Dinabongho Ibouanga (Dîna) ya li Karabûkê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û Femînistên ji bo Dîna, der barê geşedanên dawî yên dosyaya lêpirsînê civîneke çapemeniyê li dar xistin.   Ji civîna çapemeniyê ya li Qada Femînîst a li Beyoglûyê hat lidarxistin re gelek jin tevlî bûn, Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî jî di civînê de cih girt. Dayika Dîna Jessica Sandra Makemba Panga jî bi zoomê ve beşdarî civînê bû.   Ji qetlîaman re 'mirina bi awayekî guman' tê gotin   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin tundiya mêr her roja derbas dibe bi zêdebûnê berdewam dike û hate bibîrxistin ku piraniya qetlîamên jinan wek "mirinên bi awayekî guman" derbasî qeydan dibe. Daxuyaniya ku hate destnîşankirin nûçeya ewil ên mirina Dîna wek întehat hate pêşkêşkirin û wiha hate gotin: "Femînîst ji tercûbeyên xwe dizanin ku li pişt her mirina jinekê ya bi awayekî guman tundiya mêr heye û bi salane dikeve li pey mirina jinan ên ku ji bo veşartina tundiya mêran weke "mirina bi awayekî guman" ji raya giştî re tê pêşkêşkirin.”   ‘Mêr ji polîtîkayên zayendperest xwedî dibin’   Di daxuyaniyê de hate balkişandin ku qetlîamên jinan polîtîk e û wiha hate gotin: “Ne tesaduf e ku rojeva tevgera femînîst di van salên dawî de tenê li ser tundiya mêr e. Helbet li Tirkiyeyê ne tenê tundiya mêr tune ye, di van 15 salên dawî de zêdebûna tundiya mêran a bêperwa, rastiya ku mêr tundiyê weke maf dibînin, nîşandana argumanên wekî ‘ez ê çend salan razêm û derbikevim” û ev arguman bi zimanên bi polîtîkayên zayendperest ên desthilatdarên welat ve xwedî dibin û xwedîbûna xwe berdewam dike, piştrast dike.”   'Em li dijî tundî û nîjadperestiyê li cem jinan in'   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:   “Dîna di encama van hemû şert û mercan de hat qetilkirin. Em dema rastiyê digerîn bê alî ne, li dijî tundiya mêr li cem jinan û li dijî nîjadperestiyê li cem koçberan in. Em dixwazin rastiya vê mijarê bizanibin, di vê mijarê de ji bo Dîna û di hemû dozên din de ji bo jinan li rastî û edaletê digerin. Ji ber vê yekê em têgeha 'mirina bi awayekî guman' red dikin. Em tundiya mêr di mirina Dîna de dibînin. Tevî ku di dosyaya hêj di bin lêpirsînê de ye, kesek wek nîşandayîn hatibe girtin jî, peyamên tacîzê yên ji Dîna re hatine şandin, qeydên deng ên ku Dîna ji dayika xwe re şandiye û behsa nîjadperestiya re rû bi rû maye dike û dîmenên kamere ku Dîna direve, bingehên lêgerîna me ya edaletê ye.”   Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ji axên ku welata kiryar nediyar in zanîn ku, ji bo girtina şînê pêwistî bi rastiyê heye. Em li pey heqîqet û edaletê ne. Ji ber vê yekê ev doz doza me û ya hemû kesên ku li van axan ji bo azadiya jinê têdikoşin e. Em li heqîqet û edaletê ne. Ev doz emanetê femînîstan e. Em ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin.”