Li Mexmûrê ji bo tecrîdê çalakiya nobetê hat destpêkirin 2023-07-21 09:40:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, Çalakiya Nobetê ya dorveger hat destpêkirin.   24 sal in li girtîgeha Îmralî li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê meşandin û ji 25’ê Adara 2021’ê ve jê agahî nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Der barê tecrîda ku li Îmralî tê meşandin li seranserî Kurdistan û derve çalakî tên lidarxistin. Li Saziya Malbatên Şehîdan a wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 20’ê mehê de bi daxuyaniya çapemeniyê çalakiya Nobetê ya dorveger da destpêkirin. Nobetê roja destpêkê ji aliyê endamên hevserokatiya meclîsa wargehê  hate destpêkirin Beriya daxuyanê deqeyek rêz girtin hat û piştî rêzgirtinê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel Neşed Kara axivî.   ‘Ji bo Kurdan bê statû bihêlin peymana Lozanê îmze kirin’   Neşed Kara di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sedsala Lozanê û wiha got: “Beriya sedsalan hêzên hegemonîk ên cîhanê bi armanca Kurdistanê bikin çar parçe û Kurdan bê statû bihêlin peymana Lozanê îmze kirin. Di roja îro de jî bi heman armancê dixwazin gelê Kurd bi tecrîdê re rû bi rû bihêlin û di sedsalên li pêşiya me de bê Rêbertî bihêlin. Ev 28 meh in ji Rêbertî bi tu şêweyan agahî nayên girtin. Hêzên hegemonîk ên cîhanê bi hêzên dagirker ên Kurdistanê re ev bi salan e bi polîtkayên qirkirin, îmha, înkar û bi tecrîda ku li Îmralî tê meşandin dixwazin gelê Kurd cardin bê statû bihêlin.   Ji bo wê em neçar in ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her cure têkoşîn û berxwedanê bimeşînin. Îro em li wargeha Mexmûr dikevin nava pêvajoyek nû ya çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û şikandina tecrîda Îmraliyê. Em  wek gelê wargeha Şehîd Rustem Cudî çalakiya Nobetê li dar bixin.”   Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Îmralî’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.