ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-21 09:00:00     * "Lê dema em serî li têgehên der barê venasîna siyasetê dinêrin, li aliyekî desthilatdarî li aliyekî sermaye û dewlet li aliyê din jî têgehên azadî, demokrasî û civakê bi hev re tên bikaranîn. Li aliyê din jî têgehên  serdestî, kontrol, rêbaz, qanûn û momentên esas in. Li aliyê din jî azadî, berpirsyarî, îqna, fêmkirin e." NIQAŞÊN JINELOJIYÊ    * Partiya Çep a Kesk û HDP’ê piştî hilbijartinan hevdîtinên gel dan destpêkirin û ji her alî welatî tevli dibin. Di hevdîtinan de rexne, xwerexnedayîn, nirxandin û pêşniyar tên girtin. Rêveberiyên partiyê diyar kirin ku wê têkoşînê mezin bikin. BI DÎMEN    * Li Amedê ji ber bihabûna kirêyan pirsgirêkên mezin tên jiyîn û welatî diyar dikin ku di nava şerên siyaseta li Tirkiyeyê de tune dibin. BI DÎMEN    *Ji Platforma Jinan a Şahmaran Gulîzar Îpek da zanîn ku tundî û qetilkirina li ser jinan zêde bûye, dewlet daneyan vedişêre û got: “AKP-MHP, ji bo cemaat û tarîkatan kêfxweş bike êrişê destkeftiyên jinan dikin. Divê em li dijî rizandinê, dijahlaqî û îstîsmarkirina ol têbikoşin. Divê em hemû jin bibin yek û têbikoşin.” BI DÎMEN    * Parlamentera Herêma Partiya Çep a Swêdê A.Jessîca Therese Karlqvîst, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û der barê ku Kurd li NATO'yê kirine mijara bazarê de jî got: “Em nikarin têkoşîna mafê mirovan ji bo dîktatorekî wek Erdogan, tenê ji bo endamtiyekê tune bihesibinîn. Li gorî min kirina mijara bazarê pir qirêj e û ez şerm dikim.” DÎMEN HEYE   * Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, bi minasebeta 100 saliyê Peymana Lozanê nirxandin kir. Zeynebê, destnîşan kir ku  bi sedan sal e li ser erdnîgariya Kurdistanêf hêzên navneteweyî bazaran dikin û got: “Ji bo gelê Kurd îro roj roja yekitiya neteweyî ye. Bi yekitiya neteweyî em dikarin Lozanê vala derxînin.” DÎMEN HEYE   *Endama Desteya Rêvebiriya Komelaya Jinan a Starê Meryama Aslan a ku tevlî doza Esra Y. bûbû, anî ziman ku kiryar hêzê ji îktîdarê digirin û tên parastin. Meryama, li dijî polîtîkayên bêcezabûnê banga xwedîderketina li vê dozê kir. BI DÎMEN    *Girtiya nexweşa pençeşêra memikan Fatma Ozbay a 25 sal in girtiye û li girtîgeha Şakranê tê girtin ne tê berdan ne tê dermankirin. Parêzerên Fatmayê da zanîn ku tecrîda li girtîgehan giran bûye û divê têkoşîn bê domandin.