Ji rêxistinên ciwanan çalakî 2023-07-20 21:02:28   STENBOL-Rêxistinên ciwanan bi wesileya 8'emîn salvegera komkujiya Pirsûsê li gelek kolanên  Kadikoyê meş pêk anîn.   Rêxistinên ciwanan bi wesileya 8'emîn salvegera komkujiya Pirsûsê li ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê xwest daxuyaniyê bidin.Polîsan astengî derxist û ciwanan li ser vê li gelek nokteyan çalakî pêk anîn.   Polîsan dîsa êriş kirin.Di encama êrîşa polîsan de gelek ciwan hatin binçavkirin.   Li Rihtima Kadikoyê ciwanan rê girtin. Polîsan li wir jî ciwan dorpêç kirin û bi dehan ciwan binçavkirin.   Navê ciwanên hatin binçavkirin nehat hînbûn.