Li Dihokê jinek hat qetilkirin 2023-07-20 11:41:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Dihokê şeva borî jinek bi çekê hate qetilkirin. Kiryar hîn nehatiya girtin.   Li bajarê Dihokê ya herêma Kurdistanê li taxa Zanko şeva din jinek bi çekê hate qetilkirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Muduryeta Polîsên Dihokê ve hate dayîn de, jina hatî qetilkirin 32 salî ye û dayika 3 zarokan e, dan zanîn ku hîna kiryar nehtiye girtin û der barê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.    Li herêma Federe ya Kurdistanê ji ber zagonên ku mêr diparêze, tundîtûjiya beramberî jinê her roja ku diçe zêde dibe. Li gor bîlançoya Rêxistina Alîkariya Yasayî ya Jinan li Herêma Kurdistanê, di sala 2021’ê de 13 hezar û 584, di sala 2022’yan de 15 hezar û 897 bûyerên tundîtûjiya beramberî jinê hatine qeydkirin