ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-20 09:00:00     * Endama Kordînasyona Kongra Star Nêrgiz Bekir diyar kir ku tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîda li hemberî Gelê Kurd e û got: "Banga KNK`ê ya ji bo şikandina tecrîdê hatî kirin girîng e. Divê hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl xwedî li helwest bin. Her wiha divê CPT'ê li gorî erka xwe tevbigere." BI DÎMEN    * Peyman Lozanê dikeve sedsaliya xwe. Tespîtên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan berê kiribûn carek din rojevîbûna sedsalê datîne holê. Abdullah Ocalan diyar dike ku bi Lozanê re derbasî qirkirina Kurdan bûne û dibêje: “Ne înkar ne serhildan çareserî komara demokatîk,yekitiya demokratîk e, bi Lozana civakî re wê Kurd pêşeniya demokratîkbûnê bikin.”   *Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê parêzer Nuray Ozdogan ku li ser "Komeqanûna" hatiye derxistin nirxandin kir, diyar kir ku sererastkirna hatiye kirin ne li gorî rêbaza destûra bingehîn hatiye kirin û got, "Li gorî rêveberiyên faşît û paşverû xeteriya civakî ne kesên zayenparêz û kujerên jina, ne jî îşkecekar û kesên ku li hemberî zarokan êrîşa zayendî dikin. Ji bo van xeteriya herî mezin, girtiyên polîtîk ên ji ber fikarên xwe girtî ne." BI DÎMEN    *Dayika girtiya bi Jiyan Ay ya li girtîgeha Jinan a Bunyanê di hucrê de tê girtin, Eyhan Ay, balkişand ser rewşa Jiyan û hevalên wê û got divê rejîma înfazê demildest bê guhertin. BI DÎMEN    *Di civîna dema nû ya Partiya Çep a Kesk û HDP’ê ya li Îzmîrê hatiye destpêkirin de jinan diyar kirin ku hedefa wan ev e ku jin di siyasetê de zêdetir aktîf bin û rêya sêyemîn bikin mekanîzma partiyê. BI DÎMEN    *Parlementera Partiya Çep a Kesk Halîde Tûrkoglu, destnîşan kir ku kûrkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jiholêrakirina muhatabê pirsgirêka kurd e û got “Ji bo ku Tirkiye bigihêje qonaxekê demokratîk û ji kaos û aloziyan rizgar bibe divê em hemû li dijî tecrîdê dengê xwe bilintir bikin.” DİMEN HEYE