TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê: Dê her piştgiriya Şoreşa Rojava bikin 2023-07-19 13:56:46     NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê bi minasebeta salvegera Şoreşa Rojava daxuyiyek dan û gotin: "Di fermanê de Şoreşa Rojava xwe gihand civaka êzidî û hêzeke mezin da me. Şoreşa Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye û em ê her dem piştgiriya şoreşê bikin."   11’emîn salvegera Şoreşa Rojava ku ji hemû mirovahiyê re bibû hêviya jiyana azad, li her derê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Civaka êzidî û gelên Şengalê jî ev çend roj in bi daxuyanî û çalakiyên cûda Şoreşa Rojava silav dikin. Îro jî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rêveberiya Xweser a Şengalê û Meclîsa Gel a Sinûnê bi daxuyaniyeke hevpar Şoreşa Rojava silav kirin.   ‘Şoreşa Rojava di fermanê de hêz da me’   Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Xwedêda Ilyas Şoreşa Rojava di serî de li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li hemû Gelê Kurdistanê û şehîdên 73 fermanan pîroz kir û got: “Dema ku ev şoreş pêk hat, bandora wê li ser gelê Şengalê jî çêbû. Ger ev şoreş çênebûya, di fermana 2014’an de wê civaka êzidî bi zor û zehmetiyên mezintir re rû bi rû bimana. Şoreşa Kurd û Kurdistanê hemû bi hev ve girêdayî ne.”   ‘Em ê her piştgiriya Şoreşa Rojava bikin’   Li ser navê TAJÊ Caklîn Hisên jî Şoreşa Rojava li Abdullah Ocalan, gelê Rojavayê Kurdistanê û hemû jinên cîhanê pîroz kir û got: “11 salên şoreşê temam bûn, em ê her piştgiriya Şoreşa Rojava bikin. Salvegera fermanê jî nêzîk dibe. Şoreşa Rojava, gelê Rojava piştgiriyeke mezin dan civaka Êzidî. Di fermanê de xwe gihandin me û alîkariya me kirin. Silavên me ji gelê me yê Rojava re heye.”   Daxuyanî bi dirûşmeya ‘’Bijî berxwedana Rojava’’ bi dawî bû.