TJK-E: Dê di 22’yê Tîrmehê de li Lozanê bicivin 2023-07-19 13:36:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya salvegera Peymana Lozanê TJK-E daxuyaniyek da û got: “Em bang li gelê xwe û jinan dikin ku tevlî meş û mîtînga 22’yê Tîrmehê bibin.”   Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera Peymana Lozanê daxuyaniyek nivîskî da.   Daxuyaniya TJK-E’yê wiha ye:   “Sed sal in jinên kurd li dijî her cure desthilatdarî û mêtingeriyê li ber xwe didin. Jinên kurd bûn parêzvanên nirxên neteweyî. Jinên Kurd ji dîrokê heta niha serî li ber mêtinger û dagirkeran netewand. Rindêxan, Dayika Besê, Zarîfe Xanim, Leyla Qasim, Bêrîtan, Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Helbest Koçerînan rûyê jinên kurd ên berxwedêr in ku ji dîrokê heta niha serî netewandine.   Gelê Kurd û gelên herêmê ku sed sal in li dijî polîtîkayên mêtingeriyê li ber xwe dide, wê ji vir û şûn de jî bi berxwedanê rê nede ti polîtîkaya qirkirinê. Gelê Kurd bi Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê bersiva Peymana Lozanê da.    Di serî de jin û ciwanên kurd em bang li gelê xwe yê li Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr dikin ku biherikin Lozanê û helwestek hevpar nîşa bidin. Em bang li hemû gelê xwe û jinan dikin ku piştî 100 salan ji bo hesab ji projeya qirkirina kurdan bipirsin, tevlî meş û mîtînga ku wê 22’yê Tîrmehê li Lozanê bê kirin, bibin.”