Amadekariyên Konferansa 100 saliya Peymana Lozanê qediyan 2023-07-19 13:01:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dirûşma "Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de em kurd û Kurdistanî li Lozanê ne û em Peymana Lozanê qebûl nakin!" konferansek dê were lidarxistin.   Komîteya çalakî û merasîmê ya sala 100’emîn a Peymana Lozanê di 22-23’ê Tîrmehê de li bajarê Lozan ê Swîsreyê wê bi dirûşmeya "Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de em kurd û Kurdistanî li Lozanê ne û em Peymana Lozanê qebûl nakin û peymanê red dikin!’ konferansekê li dar bixe.   Di roja destpêkê de wê meşa navendî ya paralel û mîtîng jî bê lidarxistin. Di konferansê de wê 2 rojan encamên Peymana Lozanê bên nîqaşkirin. Encamnameya konferansê jî wê 24’ê Tîrmehê ku salvegera peymanê ye, dê were eşkerekirin.   Komîteyê amadekariyên xwe qedandine û diyar kir ku wê ji 4 parçeyên Kurdistanê zêdeyî 600 kes beşdarî konferansê bibin.   Bernameya Konferansê;   Li gorî bernameya ku ji aliyê komîteyê ve hatî eşkerekirin, roja yekem a konferansa ku li Salle de Congres de Beaûlîeû bê kirin, wê sînevîzyon were temaşekirin û beşdarvan nêrînên xwe wê bênin ziman.   Di panela yekem a hatî lidarxistin de wê encamên "Peymana Lozanê û encamên wê li Kurdistanê" bên nîqaşkirin. Selma Irmak û Xelîl Xezerî wê moderatoriyê bikin.   Di roja duyem a konferansê de jî wê du rûniştin bên lidarxistin. Kurdê Omer û Seher Aydar wê moderatoriya panela destpêkê ya bi sernava "Rewşa jinan û têkoşîna wan" bikin.   Di rûniştina duyem de jî wê ‘Rewşa gelên Ermenî, Asûrî û Keldanî’ were nîqaşkirin.   Di rûniştina dawî de jî bi moderatoriya Behrê Mohamed Mehmod û Rojan Hazim wê bi sernava "Li dijî encamên Peymana Lozanê têkoşîna 100 salan" were nirxandin.   Di beşa encamê de jî wê ‘Biryara Konferansê û Encaname’ were eşkerekirin.    Di 24’ê Tîrmehê roja Duşemê saet 10.00’an de wê li ber avahiya Chateaû d’Oûchy encamnameya konferansê bi daxuyaniyeke çapemeniyê were eşkerekirin.