ROJAVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-17 09:00:00     * Jinan, bal kişandin ser Şoreşa Rojava ya ku bandorê li tevahiya jinên cîhanê kiriye û gotin: "Şoreşa Rojava, bingeha azadiya jin û civakê ava kir. Guherîna zîhniyeta civakê bi şoreşê re pêk hat û jin bûn sembola azadiyê." BI DÎMEN    * Li taxa Hêşeriyê ya Qoserê welatî bi salane ji Çemê Hêşeriyê ku bûye wek sergo û nexweşiyê belav dike bi gazinc in û li benda paqijkirina çem. DÎMEN HEYE   *Parlamentera Partiya Çep a Kesk Sumeyye Boz tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku ji ber israra desthilatdariyê ya di neçareseriyê de tecrîd giran dibe û got ji bo şikandina bêdengiya CPT’ê jî divê zext bên kirin.   *Parêzvanên maf diyar kirin ku li girtîgehan kesên ne nexweş jî nexweş dikevin û girtîgeh bûne cihê îşkenceyê û gotin wê ji bo girtî bigihêjin mafên xwe yên tendurisityê kampanyayê bidin destpêkirin. DÎMEN HEYE   *Li Nisêbînê kesê ku zarokek tacîz kiribû tevî qeydên dîmenan 9 mehe nayê dîtin. DÎMEN HEYE   *Di ser komkujiya li Pirûsê pêk hat û 33 rêwiyên li pey xeyalên xwe çûn hatin qetilkirin de 8 sal der bas bûn. 33 kes nehatin jibîrkirin û têkoşîna wan ji aliyê hevalên wan ve hat jiyîn. Tu carê gumanbar jî nehatin darizandin.