‘Ji bo hemû jin bibin xwedî mafê gotinê em ê têbikoşin’ 2023-07-16 19:23:34   STENBOL- Di hevdîtina jinan a Partiya Çep a Kesk û HDP’ê de di nîqaşên hatin kirin de hat diyarkirin ku heta ku hemû jin nebin xwedî gotin wê têbikoşin.   Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hevdîtinên xwe yên gel û jinan didomînin. Li HDP û Partiya Çep a Kesk a Sultangazî hevdîtina jinan pêk hat. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar tevli hevdîtinê bû.   Endama Partiya Çep a Kesk Zuleyha Çengel axivî û da zanîn ku wan her tim têkoşîn meşandiye û tû carê wê dest ji têkoşînê bernedin.   Çîgdem Kiliçgun Uçar jî got bi encama hildijartinê desthilatdariyê xwestiye hemû civakê dîl bigire û hewl dide têkoşîna Kurdan bişîne.    Hevsseroka Partiya Çep a Kesk a STenbolê Beser Çelîk jî axivî û wiha got: “Jin her tim bi xizaniyê re rû bi rû bûn. Xizanî û êrîşên li hember jinê hîna jî tên jiyîn. Heta hemû jin bibin xwedî gotin wê têşîna me bidme. Em ê xebatên xwe berdewam bikin.     Jinan kêmasiyên xwe nirxandin û nexşerêya nû nîqaş kirin.