Ciwanên HDP’ê tecrîd protesto kirin 2023-07-15 21:52:03   MUŞ - Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Muşê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protesto kirin û gotin ‘Roj di bin tecrîdê de ye.’    Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Muşê li kawşaxa nexweşxana navendî  li riya derbasbûnê ya jor pankara ‘Roj di bin tecrîdê de ye, li dijî tecrîdê bêdeng nemînin’ daliqandin û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 28 mehe agahî jê nayê girtin protesto kirin.