Li Muşê zarokek hat revandin 2023-07-15 21:51:01   MUŞ - Li gundê Ajmanuk  Muhammed Ardîl yê 30 salî zaroka bi navê E.K ya 15 salî revand.   Li gundê Ajmanuk a girêdayê Muşê di saetên nîvro de mêrê bi navê Muhammed Ardîl  zaroka 15 salî ku nexwest pê re bizewice revand.  Zarok E.K ku li mala dihat girtin reviya bi telefona welatiyekî li malbatê geriya û got li gundekî girêdayê Kopê bi zor tê girtin, îşkence dîtiye û alîkarî xwest.  Malbat piştre li heman numareyê geriya lê xwe negîhand E.K.   Malbatê agahî dan polîsan û xebatên lêgerîna E.K didomin.