‘Divê Ozge Ozbek teqez were berdan’ 2023-07-15 16:37:05     ENQERE - Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî di hefteya 462’yan de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek û gotin: “Divê Ozge li nexweşxaneyeke baş were tedawîkirin û ji bo vê jî divê teqez were berdan.”    Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 462’yan de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Endamên înîsiyatîfê pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin.    Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û ji ber pêşketina tumora di serê wê de hewceye bi lezgînî were emeliyatkirin.    Nûray, anî ziman ku malbata Ozge têkildarî mijarê sê caran serî li ÎHD’ê daye û wiha got: “Malbatê got ku nexweşiyên Ozge yên weke tumora mejî, epîlepsî û bêhnkurtê hene û her wiha tedawiya depresyonê dibe. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Daricayê ji bo Ozbek rapora ‘nikare di şert û mercên girtîgehê de bimîne’ da lê Saziya Tipa Edlî (ATK) ev rapor red kir. Di rapora ATK’ê de îmzeya bijîşkên Norolojî, Urolojî û Psîkiyatriyê hene. Ya herî girîng cerrahê mejî ye lê îmzeya wî tune ye. Gelek nexweşiyên kronîk ên Ozgeyê hene. Di dema girtîgehê de ev nexweşî pir zû pêş ketin û nîşaneyên nexweşiyên weke epîlepsî, vertîgo derketin. Tumorên mejî zextê li hinavên wê dike. Ji ber tumorê, guhê wê yê çepê ji sedî 72 nabihîse. Destên wê dilerizin, carnan nikare destava xwe bigire. Ev rewş dê di demên pêş de rê li ber korbûn, bêhafizetî û bêtevgeriyê veke.   Ozge 5 roj berê hişyar bû, serê xwe ewilî li bazayê û piştre jî li tembûra bi dîwar ve hatiye hilayîstin da. Ji ber ku serê wê werimî, ji ewil birin nexweşxaneya kampûsê. Di tomografiyê wê de hat dîtin ku li ser mejiyê wê xwîn tê û 3 saet piştre dîsa tomografî hate kişandin. Di wî de jî hate dîtin ku hêj jî xwîn tê û li ser vê rewşê rakirin Nexweşxaneya Bajar a Etlîkê ya Enqerê. Li beşa venihêrîna awarte ya travmayê ma. Di tomografiyê nû de hate dîtin ku xwîn belav nebûye û agahiya ‘tumor xetereyeke jiyanî çêdikin, tekane çareserî operasyoneke cerrahî ye û ev yek jî îxtîmaleke mezin dê rê li ber koma yan jî mirinê veke’ hate parvekirin û hat xwestin ku daxwazname were nivîsandin. Wê bi xwe jî nexwest emeliyateke wiha bibe û ji nexweşaneyê derket. Divê Ozge li nexweşxaneyeke baş were tedawîkirin û ji bo di bin kontrolê de bê girtin jî divê teqez were berdan.”