ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-15 09:00:00     * Endama Kordînasyona Kongra Star a taxa Şêxmeqsûdê Fehîme Hemo, bertek nîşanî vekirina "Navenda Çand û Hunerê" a Weqfa Barzanî da û got: "PDK, li şûna ku li dijî polîtîkayên Dewleta Tirk derkeve, ji bo Dewleta Tirk deriyên nû vedike." BI DÎMEN   * Sektere Jinan a KESK’ê Done Gevher da zanîn ku di vê krîza heyî de zema ji bo mûçeyan tê kirin tu wateya wê tune ye, di dema krîzan de ewil jin ji çav tên derxistin û got bandora krîzê li ser jinan gihiştiye astek cidî. DÎMEN HEYE   *Jinan der barê polîtîkayên şerê taybet yên li Kurdistanê tên meşandin û êrişên li hember Rojava axivîn û diyar kirin ku divê bi awayekî topyekun li dijî vê têkoşîn bê meşandin. DÎMEN HEYE   *Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Halîde Turkoglu da zanîn ku hemû destûrên bingehîn û peymanên piştî Destûra Bingehîn ya 1921’ê hetine li ser qirkirin û yekparêziyê hatine avakirin û ji bo Peymana Lozanê ya civakîbûn ji holê rakiriye jî got: “Mixabin Peymana Lozanê ji bilî qirkirinê tiştek neanî.” BI DÎMEN    *Şêwirmenda Tirkiyeyê ya PEN a Norveçê Carolîne Stockford der barê rûniştina 15 jê girtî 18 rojnamegeran de got: “Di îdianameya rojnamegerên Kurd de gelek materyalên ku tu eleqeya wan bi mijara sûc tune ye hebûn. Di destpêkê de me fêm kir ku îdianameyek çiqas vala ye.”