Platforma Ked û Demokrasiyê:Îşkence sûcê mirovahiyêye 2023-07-14 20:35:19   AMED- Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku têkildarî îşkenceya li Licê daxuyanî da, bal kişand ser polîtîkaya bêcezatiyê û got: "Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, bi tu awayî nayê qeûlkirin."    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, têkildarî 4 şivanên ku li mezrika Metmûr a gundê Bêşiştê yê navçeya Licê ya Amedê rastî îşkenceyê hatin, li Odeya Mîmaran a Amedê daxuyanî da.    Rêvebera Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) a Şaxa Amedê Kismet Yildiz, diyar kir ku dîmenên hatin belavkirin ji aliyê hesabekî bi navê Uzman Çavuş Berk ve bi sernavê "tolhilanînê" hatine belavkirin. Kismetê destnîşan kir ku îşkencekirina her çar kesên ku bi salan e li gund in, cihê fikarên mezin e û got ku ji ber ku têkildarî îşkenceyê lêpirsînên çalak nayên kirin û gava kiryarê îşkenceyan polîs û leşker bin cezayê nayên birîn û ev jî dibe sedema zêdebûna îşkenceyê û muameleyên xirab. Kismetê diyar kir ku li gor qanûn û peymanên navneteweyî îşkence qedexe ye û got: "Lê gava kirya rpolîs û leşker bin, pêvajoyên darazê dikevin dewrê û darizandin an bi beraetê yan jî bi neşopandinê bi dawî dibin."    Kismetê bilêv kir ku dîmen ji aliyê kiryaran ve hatine girtin û belavkirin û ev yek jî encama pratîka bêcezatiyê ye. Kismetê destnîşan kir ku ev kes ji ber polîtîkaya bêcezatiyê wiha dikin, ji lew re dizanin gava wiha bikin dê tiştek neyê serê wan û ev yek jî îşkenceyê teşwqî dike. Kismetê destnîşan kir ku ev yek polîtîkaya înkarikirin û şidetê ya sedsalî ya li hemberî kurdan e.    Kismetê ji bo lêpirsîneke çalak bang li meqamên edlî û îdarî kir û got: "Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, bi tu awayî nayê qbeûlkirin."