Li Îzmîrê Panela 14'ê Tîrmehê 2023-07-14 16:28:23     ÎZMÎR - Li Îzmîrê TJA, DBP, AN-YAKAYDER û EGE TUHAYDER, bi minasebeta 14'ê Tîrmehê ku salvegera berxwedana li zindana ye panelela bi sernavê "Ji berxwedanê ber bi vejînê qêrîna Lozanê diqedîne" panel li dar xistin.    Bi minasebeta 41'emîn salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a di pêşengiya Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 14'ê Tîrmeha 1982'an ku li Girtîgeha Hejmar 5' a Amedê hat destpêkirin panelek bi sernavê "Ji berxwedanê ber bi vejînê qêrîna Lozanê diqedîne" hat lidarxistin. Panel ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), Komeleya Alîkariya bi kesên  Xizmên xwe Winda kirine a Anadoluyê (AN-YAKAYDER) ve hat lidarxistin û  gelek kes beşdarî panelê bûn.   Di panela ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane dest pê kir, şert û mercên niha yên girtîgehê hatin nirxandin û hate destnîşankirin ku berxwedana li Girtîgeha Amedê destpê kiriye îro jî didome.   Di panelê de bal hat kişandin ser pêwîstiya têkoşîna li dijî tecrîda li girtîgehan û hate destnîşankirin ku berxwedana zindanan berxwedana herî mezin a li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ye.   Panel piştî axaftinan bi dawî bû.