Civîna gel a li Geverê bi girseyî pêk hat 2023-07-14 16:12:50     COLEMÊRG - Partiya Çep a Kesk û HDP'ê li Geverê bi tevlîbûneke girseyî civîna gel li dar xist.    Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya avabûna ji nû ve de li Tirkiyê û Kurdistanê civînên gel li dar dixin. Parlamenterê Partiya Çep a Kesk Tuncer Bakirhan, Gulderen Varli, Vezîr Parlak, endamên Meclisa Partiyê (PM) û gelek kes tev li civîna di eywana dawetê de hat lidarxistin bûn.    Civîn bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir û piştre Hevserokê HDP'a Colemêrgê Lokman Ozdemîr di destpêka civînê de axivî. Lokman destnîşan kir ku wan di hilbijartinên di 14 û 28'ê Gulanê de encamên ku xwestine bi dest nexistin û ew ê ji niha şûn ve zêdetir bixebitin.    Lokman axaftina xwe wiha domand: "Hemû şoreşên dîrokê ne bi hilbijartinan, bi têkoşînê pêk hatin. Her tim qada siyasî bûye bingeha hemû şoreşên serkeftî û destkeftiyên bi bedelên mezin hatine bidestxistin. Em di bingeha siyasî de çiqas xurt bin wê ewqas di demeke kin de destkeftî bên bidestxistin."   Piştî axaftinan civîna gel ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.