Ji bo rêgirtina li ber Lozaneke din banga hevgirtinê 2023-07-13 16:38:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Di komxebata jinan a li ser Peymana Lozanê de hat gotin, ji bo rêgirtina li pêşiya Lozaneke din divê jinên Rojhilata Navîn hevgirtina xwe xurt bikin.   Komxebata jinan a li ser asta Rojhilata Navîn a bi dirûşma "Em bi hêz û hevgirtina jinan parçekirin û qirkirina gelan a Lozanê têk bibin" dewam dike.   Piştî axaftina endama Koordînasyona Kongra Star Şêraz Hemo, mijara yekemîn a komxebatê ya bi navê “Rastiyên dîrokî yên qirkirinan” dest pê kir û ji aliyê ji aliyê akademîsyen û mamosteya Zanîngeha Bexdayê, endama şêwirî ya li gelek navendên lêkolînê û saziyên zanîstî û çandî û çalakgera jîngeh, mafên jinan û zarokan Fereh Sabir ve hat şîrovekirin.   Fereh Sabir bal kişand ser avakirina Împaratoriya Osmaniyan û dewleta Tirk a dagirker û got dewleta Tirk xwe li ser qirkirin û komkujiyên li dijî Ermen, Kurd, Çerkes û tevahî pêkhateyan ava kiriye.   Fereh Sabir qala bandora Peymana Lozanê ya li Gelê Kurd jî kir û diyar kir ku Kurd bûn qurbûnên Peymana Lozanê, lewra bi tundî li hemberî peymanê serî hildan.   Piştî şîroveyên Fereh Sabir, beşdaran nêrînên xwe anîn ziman, bal kişandin ser asta bandoriya qirkirina entîkî  ku dewleta Tirk piştî Lozanê pêk anîn. Hate gotin, armanca dewleta Tirk qirkirina çanda gelê Kurdan bû. Her wiha hate diyarkirin ku li dijî jinan komkujî hatin kirin û gelên Ermen û gelên dijî berdêl dan.   Beşdaran destnîşan kir ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewama fikra Kemalîzmê ye û anîn ziman ku çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn, ji tevahî pirsgirêk û aloziyên asêmayî re çareserî ye. Di axaftinên beşdaran de bang li tevahî rêxistinên jinan hate kirin ku li hemberî siyasetên qirkirinê têkoşînê xurt bikin. Beşdaran diyar kirin ku feraseta qirkirina gelan li ser xaka Kurdistanê berdewam dike û bang li gelê  Rojhilata Navîn kirin ku rê li ber peymanên bi vî rengî bigirin da ku Lozeke nû çênebe û li hemberî zîhniyeta baviksalar bibin yek.   Di mijara duyemîn de destwerdanên biyanî yên li erdnîgariya Rojhilata Navîn ên piştî sala 1850'î de ji aliyê edîtora rojnameya Ehram û mamosteya rojnamegeriyê ya li Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Misirê Seher Ebdurehman  hat şîrovekirin.   Seher îşaret bi bandora hebûna Osmaniyan a li Misirê kir û got: "Piraniya welatiyên Misirê teqez dikin ku pêvajoya hebûna Osmaniyan a li Misirê mêtingerî bû."   Seher Ebdurehman bi bîr xist ku piştî şoreşên "Bihara Ereban" Misir zêdetir ji ber hegemoniya Tirkiyeyê zehmetî dît û got dewleta Tirk bi komên tundra yên wekî Îxwan El Muslimîn re hevalbendî pêk anî û gelê Misirê vê yekê ji bîr nake.   Seher bal kişand ser têkoşîna Gelê Kurd û ya jinên Kurd û diyar kir ku gelê Misirê piştgiriya gelê Kurd dike.   Seher di nirxandinên xwe de îşaret bi girîngiya hevgirtina jinan di hemû qadan de kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Welatên Ereban di qonaxeke metirsîdar re derbas dibin û dê bandorên wê di pêşerojê de jî hebin. Ya herî baş di vê demê de hevgirtin û hemahengî ye."   Beşdaran destnîşan kir ku Peymana Lozanê bandor li kurdan tenê nekir, di heman demê de bandor li tevahî gelên herêmê kir. Beşdaran got tevahî gelên herêmê bûn qurbanên pergala netewedewlet a ku ser esasê rijandina xwînê avabûye. Her wiha diyar kirin da ku Peymana Lozanê were pûçkirin pêwîstî bi pergaleke demokratîk heye ku tevahî pêkhateyan di nava xwe de bigire û tevahî nasnameyan biparêze.   Beşdaran anî ziman ku fermanên li dijî civaka êzidî yek ji encamên Peymana Lozanê ye.   Komxebat bi mijara sêyemîn a li ser pergala qirkirkirinên li Mezopotamyayê dewam dike.