Li Helebê tecrîd hat şermezarkirin 2023-07-13 14:31:09     HELEB - Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  ji aliyê Meclîsa Tendirostî û Dayîkên Aştiyê ve  hat şermezarkirin.   Îro li taxa Şêxmeqspûd a bajarê Helebê bi du daxuyaniyên ku ji aliyê Meclisa Tendirustî û Dayikên Şemiyê ve hatin dayîn, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.  Daxuyaniya ku ji aliyê Meclisa Tendirustiyê ve hat dayîn ji aliyê Rêvebera Meclisa Tendirustiyê ya Jinê Nisrîn Mihemed ve hat xwendin û li ser navê Dayikên Aştiyê jî Rexde Remedan ve hat xwendin.     Daxuyaniyên hevpar ku hevpar hatin dayîn yek li pêşiya Meclîsa Malbetên Şehîdan û ya din jî li pêşiya Nexweşaneya Pekrewan Xalid Fecir hatin xwendin.   Di daxuyaniyan de wiha hat gotin "Tevî ku Îşkenceya desthilatdariya  dewl Tirk li Îmraliyê dewam dike, di demên dawî de jî di demên dawîn de hat diyarkirin û ji rêberê PKK`ê Abdullah Ocelan re nameyên gefxwarinê tên şandin. dewleta Tirk bi polîtîkaya tecrîdê ya sîstematîk ku li ser rêberê PKK`ê Abdullah Ocelan daye ferzkirin dixwaze gelê Kurd ji vîn û îradeya wî dûr bixiin. Di heman demê de bi qutkirina agahiyên derbarê wî ji cîhana derve, dixwazin ku hemû  gelan bêdeng bikin.  Ev kiryarên ne exlaqî û ne mirovane û tecrîda tê ferzkirin ne tenê li dijî şexsê Rêbertiyê ye, di heman demê  li dijî hemû pêkhateyên herêmê ye û ev tecrîd binpêkirina qanûn û destûrên navneteweyî ye."   Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin, "Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û bi taybet Komîteya li dijî Îşkenceyê (CPT)  dikin ku erka xwe pêk bînin û di derbarê rewşa Rêbertî de bi lez agahiyek ji me re bê dayîn."