Raportora NY'yê: Li Tirkiyeyê asta tundiya li ser jinan metirsîdar e 2023-07-13 12:39:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Raportora NY’yê bi raporek taybet balkişand ser binpêkirinên mafê jinan ên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê û got: "Ji 10 jinan 4 jê bi tundiyê re rû bi rû dimînin."   Raportora Taybet a Sedem û Encamên Tundiya Berpêyî Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Reem Alsalem, di çarçoveya Rûniştinên Mafên Mirovên ên 53’yemîn ên Konseya Mafên Mirovan de ku li Avahiya NY’yê ya Cenevreyê berdewam in, rapora xwe ya tundiya li ser jinan li Tirkiyeyê, weşand.   Raportora Taybet Rîm El Salim, di rapora xwe ya bi 19 rûpelan de, bi taybetî cih ji bo tundiya li ser jinên kurd veqetand û bal bir ser êrişên leşkerên dewleta Tirk ên li ser jinên kurd û PKK’yî.   Rîm, destnîşan kir ku bi taybetî jinên kurd li welêt di bin rîska tundiyê de ne û behsa metirsiya xwe tundiya jinên kurd ji ber qewm û nasnameya xwe dibînin kir. Rîm El Salim, di rapora xwe da zanîn ku dewleta Tirk di şerê li dijî PKK’ê de bi piranî jin, kurdên sivîl kuştine û tundiya zayendî kiriye. Ew ji vê bi fikar in.   Rîm, bang li Tirkiyeyê kir ku lêkolînê li ser êrişên hêzên artêşa Tirk ên li ser jinên kurd bike û yên tundiya fîzîkî û zayendî li jinên kurd kirin bidin pey, bibînin û berpirsan ceza bikin û bêyî ku li statuya PKK’ê bê nihêrtin, bikin ku rêz ji xala 3’yemîn a Konvansiyonên Cenevreyê re bê girtin.   Di raporê de hate destnîşankirin ku ji 10 jinan 4 jê bi tundiyê re rû bi rû dimînin û ev agahî hatin parve kirin: “Li gor çavkaniyên hikûmetê, navbera salên 2010-2020’an de li Tirkiyeyê herî kêm 3 hezar û 175 jin hatine kuştin. Ev hejmar ji ya sala 2021’ê 300 car zêde ye. Rêjeya rastîn a kuştina jinan gelek zêdetir e. Li gorî pêwîstiyê baş parastina jinên mexdûrên tundiyê, nayê kirin. Rêjeya mirina bi guman a jin û zarokên keçin û teşwîqkirina ber bi xwekuştinê ve metirsîdar e. Tundiya nava malê li Tirkiyeyê berbelav dibe. Li gor daneyên hatine peydekirin, li Tirkiyeyê ji sedî 12’yê hemû jinên mehrkirî, di çaxeke jiyana xwe de, ji sedî 5 jî sala 2014’an rû bi rûyê tundiyê bûne.”   Di raporê de her wiha cih ji bo zewicandina zarokan bi dilê dewletê hat dayîn rastiya ku li Tirkiyê ji zêdeyî sedî 26'ê jinan beriya 18 saliya xwe û bêyî dilê xwe tên zewicandin hate ser ziman. Di raporê de hat diyarkirin ku di serî de jin û zarok; jinên kurd, penaber û koçber, jinên biasteng, lezbiyen, bîseksuel, transseksuel di bin rîska rû bi rû bûna tundiyê de ne.