Ciwanên Helebê li dijî tecrîdê meş li dar xistin 2023-07-13 09:47:49     HELEB - Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan şermezar kir û banga têkoşînê li ciwanan hat kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li ber xwe bidin.   Jinên ciwan a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk dane Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. Di meşê de pankarta 'Em ê tola xwe bi şoreşa jinê hilînin' û 'Jin jiyan azadî serbixe azadî' vekirin û her wiha wêneyên Abdullah Ocalan jî di meşê de hatin hildan. Di meşê de dirûşma "Bê serok jiyan nabe", "Bimre îxanet" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.   Xwepêşandan ji pêşiya hola 8`ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir û li sûka taxê veguherî mîtîngê. Di mitingê de endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê Hêva Bekir axivî.   Hêva di destpêka axaftina xwe de 19`ê Tîrmehê li tevahî gelan pîroz kir û got: "Di bin dirûşmeya 'Jin jiyan azadî serbixe azadî' ya ku ji bo azadiya fîzîkî a Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan di bin saya vê dirûşmê de îro em çalakiyên xwe bi domdarî pêktînin.   Ev bû du sal ku tu agahî ji rêberê me nayê girtin di heman demê de cezaya dispilînê ya 6 mehan li ser rêbertî dane ferzkirin û li berhemberî vê yekê jî êdî nameyên gefa kuştinê ji rêbertî re hatin şandin. Dewleta Turk bi hêsanî îro nameyên gefa kuştinê dişîne li hember van kiryaran jinên ciwan û ciwanên apo jî yên ku xwe li ser fikir û felesefeya rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane perwerde kirin wê bertekên pir hişk bi ser Dewleta Tirk de bidin.   Ji ber ku Dewleta Tirk îro bi fikir û ramanê rêbertî ket nava metirsiyek îdî îro bi hemî awayan êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryayê dike û xebatkaran dike hedefa xwe.   Dewleta Tirk tu car bi hêza ciwana nikare û wê binkeftinê li hember hêza me bide jiyan kirin û dibin saya seferberiya ku yekîtiya jinên ciwan û tevgera ciwana a ji bo azadiya rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin wê tecrîd were şikandin."