Di civînên gel de bendewariya 'Vegera li rastiya xwe' 2023-07-13 09:04:29   Rozerîn Gultekîn    STENBOL - Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknur Bîrol diyar kir ku di civînên ku HDP û Partiya Çep a Kesk pêk aniye de "Vegera li rastiya xwe" derketiye holê û got wê piştî civinan biçin kongreyê û rêxistinbûna jinan mezin bikin. Îlknurê banga tevlibûna civînan li jinan kir.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk piştî hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê şûnde li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê civînên gel pêk anî.  Li HDP’a Umraniyê jî start bi civînên jinan hat dayîn û di civînan de hat diyar kirin ku tevî hemû kêmasiyan têkoşîna Gelê Kurd û gelên din xurt e. Her wiha di civînan de hat diyar kirin ku wê li dijî faşîzmê bi hev re têbikoşin û riya serkeftinê di rêxistinbûna jinan de derbas dibe.   Piştî civînan wê jin biçin kongreyê   Nûnerên HDP û Partiya Çep a Kesk pêvajoya rexne û xwerexnedayînê xist jiyanê.  Pêşniyarên çareserî û tespît hatin qeydkirin. Piştî civînên gel wê bi rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û nivîskaran re civîn pêk bên. Her wiha piştî civînan wê biçin konferans û kongreyan.   Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknur Bîrol der barê civînên li Stenbolê pêk hatin de ji JINNEWS’ê re nirxandin kir.   Wê gel bibe bersiv   Îlknurê da zanîn ku piştî hilbijartinên kêmasiyên derketine holê di civînên pêk hatine de hatine nirxandine û wiha vegot: “Me bersiva pirsa ‘divê çi bê kirin’ bi gel re hewl da bibersînin. Piştî nirxandinên navend û naçveyan şÛnde civînên gel dest pê kirin. Civînên navbera 10-25’ê Tîrmehê de pêk tên wê bigihêjin hemû aliyan. Hedefa me ev e ku em xwe bigihînin hemû welatiyan. Em ê rexne û pêşniyarên gelê xwe bigirin.”   ‘Armanc berdewamkirina têkoşînê ye’   Îlknurê daxuyakirin ku HDP û Partiya Çep a Kesk ji partiyên din wêdetir ji gel hêzê digire û wiha dirêjî dayê: “Ji partiyên pergalê cudatir me xwest em xwe nû bikin û em ketin pêvajoyek wisa. Partiyên pergalê vê nakin. Armanca pêkanîna civînên gel ev e ku em têkoşîn û rêxistinbûnê berdewam bikin. Me stargeha civînên gel ên li Marmarayê bi civîna gel da. HDP partiya jinê ye.  Em ê têkoşîna rêxistinbûna jinan bilind bikin.”   Hewcedariya gel bi rêxistinbûnê heye   Îlknurê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di civînan de der barê "Vegera li rastiya xwe" de rexne hatine û bi israr ji her qadê "Vegera li rastiya xwe" hatiye xwestin. Îlknurê di vê mijarê de jî wiha got: “Rastiya rêxistibûna gel e. Li rastiya xwe veger wê bingeha bîrdoziyê zindî bike. Rastiya xwe  rêxistinkirin e. Rastî jiyana em dijîne. Wek pêngava li rastiya xwe veger em ê biçin her derê. Em ê mal bi mal tax bi tax kolan bi kolan bigerin. Em ê di esasa rexneyên gel de pêvajoya nû ava bikin. Em ê mekanîzmayên vegera li rastiya xwe ava bikin. Divê di serî de jin her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê.”