Komkujiya Geliyê Zîlan hêj jî di aqilan de zîndî ye 2023-07-13 09:02:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji êşên Gelê Kurd ên nayên ji bîrkirin û hej birîna wê derman nebûye Komkujiya Geliyê Zilan e. Di 13'ê Tîrmeha 1930'yî de  44 gund hatin şewitandin û bi 10 hezaran kes hatin qetilkirin. Komkujiya ku hatî kirin hêj jî di aqilan de zîndî ye.    Helwesta rayedaran a di dema Komkujiya Geliyê Zîlanê de hatiye nîşandan zîhniyeteke qirker a ku îro jî didome ye. Hêza ku dewletê bi rê ve dibe radigînin ku ji bilî tirkan daxwaz, heq û hiqûqa gelî tune ye. Yên daxwaza vê yekê dikin jî tên qetilkirin û di qirkirinê re tên derbas kirin. Komkujiya Geliyê Zîlanê û komkujiyên piştî vê jî vê ferasetê hatin kirin.    Geliyê Zîlan di navbera navçeyên Erdîş û Giyadîna Wanê de ber bi çiyayên Eledaxê ve dirêj dibe. Geliyek berfirehe, di nav de çemê Zîlanê derbas dibe û derdora çem jî 180 gund hene. Şêwaza rêveberiya herêmê ji berê heya niha eşîriye û piranî eşîrên weke ademan, sîpikan, zîlan û hesenan serwer in.   Piştî ku di sala 1926’an de Biroyê Heskê Têlî li Çiyayê Agiriyê li dijî dewletê serî radike, Rêxistina Xoybûnê ku li Lubnanê hat damezrandin jî di sala 1929’an de beşdarî serhildanê dibe. Xoybûn ji bo ku şervanên bi awayekî belav şer dikin kom bike, ji Eşîra Berzencî Seyîd Resûl dişînin Geliyê Zîlan. Seyîd Resûl, bi koma ji 400 kesan pêk tê ya bi wî re Erdîşê dorpêç dikin. Piştî pevçûnên demdirêj serhildêr paşve diçin û derbasî Îranê dibin. Li ser vê yekê Derwîş Beg ê li Erdîşê serpel bû, mufrezeya xwe digire û Geliyê Zîlan dorpêç dike.   Di 12’yê Tîrmeha 1930’î de Serokwezîrê Tirkiyeyê ya wê demê Îsmet Înonu bi navê “operasona paqijkirinê” bi fermana Komkujiya Geliyê Zîlanê da.  Fermandarê Kolordîya Dewleta Tirk Salîh Paşa operasyonê dide destpêkirin. Her wiha Derwîş Beg ê ku li Erdîşê serpel bû ferman dide ku kesên di bin cenazeyan de zindî mabin zarok be jî gerek yek bi yek bên kuştin.   Bi rojan li der û dora wan cenazeyan nobetê digrin ku tu kes neçe ser wan cenazeyan û kesên ku bi awayek dibin cenazeyan de sax mabin wan jî bikujin. Yên ku birîndar bûne û yên ku di bin cenazeyan de gule rast li wan nehatiye û sax mane dema ku hewl didin birevin piraniyan wan tên kuştin. Lê kêm be jî piştî çend rojan yên ku ji bin cenazeyan zindî rizgar dibin jî hene. Ew jî bi salan ji dewletê direvin û xwe vedişêrin. Yên ku dikevin dest dewletê tên qetilkirin. Li gorî daneyên dewletê yên fermî herî kêm 15 hezar, li gorî çavkaniyên heremî 4-5 qat zêdetir kurd hatin qetilkirin. Di nav de zarok, jin, pîr û kal jî hebûn.    Têkildarî komkuijya ku li Geliyê Zîlanê, 16'ê Tîrmeha 1930'î di rojnameya fermî ya dewletê de di Rojnameya Cumhuriyetê de wiha hat ragihandin: "Li quntara çiyayê Agiriyê gundên ku ji eşqiya re mêvandarî dikirin bi temamî hatin şewitandin û gundî sewqî Erdîşê hatin kirin. Hejmara eşqiyayên di operasyona Zîlanê de hatin îmhakirin zêdeyî 15 hezar kesî ye. Tenê li pêşiya mufrezeyekê hezar kes hatin kuştin. 5 eşqiyayên li Geliyê Zîlanê asê bûn teslîm bûn. Şerê li vir bi rengekî mezin hate meşandin û Geliyê Zîlan lepalep bi cesedan tijî bû."   Serokwezîrê wê demê Îsmet Înonu jî di 31'ê Tebaxa 1930'î de ev daxuyanî da rojnameya Mîlliyetê ya wê demê: "Li vî welatî tenê mafê neteweya Tirk heye ku mafê xwe yê etnîkî û nijadî bixwaze. Mafê kesekî din ê bi vî rengî nîne. Yên ku bi propagandayên bêbingeh xapiyane, rêya xwe şaş kirine tirkên rojhilatî ne."   Ji bo komkujiyan wan bi hemû heqîqeta xwe neyê fêmkirin geliyê Zîlanê weke herêma qedexe îlan dikin. 20 sal tu kes nekare bikeve wê heremê û li hestiyên miriyê xwe xwedî derbikevin. Di sala 1950 de di serdema hikumeta Menderes de qedexe radibe. Lê dîsa jî nahêlin kurd herin di wan gundan de bi cih bibin.   Di sala 1978'an de Bendava Koçkopru hat çêkirin û beşeke mezin a gorên komî di bin avê de hatin hişt. Herêm destpêkê bi temamî bêmirov hat hişt, piştre jî dest bi talankirina xwezayê hat kir. Geliyê Zîlan ku daristaneke xwe ya xurt hebû û cihê bi hezaran cûreyên heywanan bû, bû hedefa dewletê. Darên  hezar salî yên li herêmê hatin birîn. Hemû zîndiwarên li herêmê hatin qetilkirin.    Her wiha dewletê li Zîlanê dest danî ser xaka gel, di sala 1980'î de tirkên kirgiz û efgan lê bi cih kir û polîtîkaya tirkkirinê meşand. Ji kirgizan jî cerdevan ava kir.    Polîtîkayên li hemberî herêmê neqediyan û herî dawiyê xwestin li vir Santralên Hîdroelektrîk (HES) çêkin. Şîrketên ku di sala 2013'yan de dest bi kar kiribû, bi astengiya welatiyan hat rawestandin. Di sala 2014'an carek din dest bi çêkirina HES'ê hat kirin. Şêniyên herêmê doz vekiribûn û Daîreya 6'an a Desteya Şêwirmendiyê çêkirina HES'ê rawestand. Lê belê şîrket COVÎD-19'an ji xwe re kir firsend û ji nû ve dest bi kar kir. HES a ku li Geliyê Zîlanê tê çêkirin ji holê rakirina hiş û mejiyê kurdan e.