Hemû rojnameger hatin tehliyekirin 2023-07-12 17:02:55     AMED - Derheqê 15 rojnamegerên girtî de biryara tehliyeyê hate dayîn.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê navenda wê Amed li gelek bajaran di 8'ê Hezîrana 2022'yan de bi ser mal û sazî û degehên çapemeniyê de hat girtin, 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin. Ji kesên ku hatin girtin Mudura Karên nivîsê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Mudurê Karên Nivîsê yê Rojanameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş,  rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Aktdenîz û Mehmet Şahîn di 16'ê Hezrîanê de piştî ku derxistin dadgehê bi îdaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.   Derbarê 18 rojnamegerên ku 15 ji wan girtî ne de piştî 10 mehan di 12'ê Adarê de bi îdaya "endamtiya rêxistinê" îdanameya ku hatibû amdekirin ji alyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di îdanameyê ji rojnamegeran re  ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Mudura Karên Nivîsê ya JINNEWS Safiye Alagaş ku dosyaya wê ji yên din hat veqetandin di 15'ê Hezîranê de di danişîna dozê ya ewl ku hat dîtin de hat tahliyekirin. Danişîna ewil a doza 18 rojnamegeran ku 15 jê girtîne di roja 2'emîn de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.    Rojnamegerên girtî û parêzerên wan tevli danişînê bûn.  Li gel malbatên rojnamegeran, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamegeran Dîcle Firat (DFG), Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA),  ji welat û dervê welat gelek sazî, rêxistin û nûnerên partiyên siyasî danişîn şopandin.    Derheqê 15 rojnamegerên girtî yên li Amedê dihatin darizandin biryara tehliyeyê hate dayîn.