Ji bo jina hat qetilkirin daxuyanî 2023-07-12 15:43:35   MÊRDÎN - Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Bozan a ku der barê Hindirun Aydogan a ku li Qoserê ji aliyê Zekî Aydogan ê ku pê re hatibû zewicandin ve hat qetilkirin daxuyanî da,  got, “Heta ku em sax bin em ê li dijî vê zîhniyetê têbikoşin. Em ê destkeftiyên jinan li ku derê cîhanê bin biparêzin."   Endamên Meclîsa Jinan a Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çep a Kesk,  li Merdînê derbarê qetilkirin Hindirun Aydogan ku ji aliyê Zekî Aydogan ê pêre hatibû zewicandin ve di 10'ê mehê de hat qetilkirin daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li ber mala sersaxiyê ya H. Fîncî Aldemîr de hat dayîn Parlamenterê Mêrdînê yê Partiya Çep a Kesk Kamuran Tanhan, rêveberên partiyê û endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şaxa Mêrdînê amade bûn.   'Em ê destkeftiyên jinan biparêzin'   Li ser navê jinan aktîvîsta TJA’yê Ayşe Bozan axivî û diyar kir ku jinek din jî hatiye qetilkirin û got, “Bi salan e jin tên qetilkirin. Bi salan e ku desthilatdariya serdest a mêr zîhniyeta xwe ya qirêj li dijî jinê bi kar tîne. Kujerên jinan tên efûkirin. Zîhniyeta li dijî jinê tê sîstematîzekirin. Di encama vê de li Qoserê jinek hat qetilkirin. Li gorî malbatê  ev jin îşkence lê hatiye kirin. Zilamê ku ev jin kuşt  reviya, çek di destê jinê de hişt û niha winda ye. Her roj em qala qetlîamên jinan dikin. Ji betalkirina Peymana Stenbolê û vir ve, ji aliyê hikûmetê ve sîstemeke nû ya ku destkeftiyên jinan dike hedef tê xwestin bê avakirin. Li dijî vê zîhniyetê heta em bijîn em ê têbikoşin. Em ê destkeftiyên jinan li ku derê cîhanê bin biparêzin."   'Ji Tevgera Jinên Kurd re sersaxî'   Hevşaredara berê ya Qoserê û siyasetmedara Kurd Cîhan Sîncar ku xizmê Hindirun Aydogan ê hat qetilkirin jî got, “Heta ku ev zîhniyeta qirêj li ser kar be em ê jî vê bijîn. Heta ku em vê zîhniyetê ji -holê rakirin em ê têkoşînê bidin. Li hemberî vê yekê me her tim têkoşîn daye û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Kesên ku van kujeran diparêzin, nav û ola wan çi dibe bila bibe, bila bizanibin ku em ê li dijî wan bin. Em ê li cem mexdûran li dijî zaliman bisekinin. Em soz didin gelê xwe ku heta dawiya jiyana xwe em ê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin. Jinên hatin qetilkirin ne bi tenê ne. Ji Tevgera Jinên Kurd re sersaxîyê dixwazim “