Ji danişîna rojnamegeran: Em ê bibin dengê jinan 2023-07-12 14:12:32       AMED - Rojnamegerên jin ên ku parastina xwe kirin, diyar kirin ku nûçegîhantiya jinê ne sûc e û gotin, "Em ê bibin dengê jinan."   Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê navenda wê Amed li gelek bajaran di 8'ê Hezîrana 2022'yan de bi ser mal û sazî û degehên çapemeniyê de hat girtin, 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin. Ji kesên ku hatin girtin Mudura Karên nivîsê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Mudurê Karên Nivîsê yê Rojanameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş,  rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Aktdenîz û Mehmet Şahîn di 16'ê Hezrîanê de piştî ku derxistin dadgehê bi îdaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.   Derbarê 18 rojnamegerên ku 15 ji wan girtî ne de piştî 10 mehan di 12'ê Adarê de bi îdaya "endamtiya rêxistinê" îdanameya ku hatibû amdekirin ji alyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di îdanameyê ji rojnamegeran re  ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Mudura Karên Nivîsê ya JINNEWS Safiye Alagaş ku dosyaya wê ji yên din hat veqetandin di 15'ê Hezîranê de di danişîna dozê ya ewl ku hat dîtin de hat tahliyekirin. Danişîna ewil a doza 18 rojnamegeran ku 15 jê girtîne di roja 2'emîn de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dewam dike.     Rojnamegerên girtî û parêzerên wan tevli danişînê bûn.  Li gel malbatên rojnamegeran, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamegeran Dîcle Firat (DFG), Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA),  ji welat û dervê welat gelek sazî, rêxistin û nûnerên partiyên siyassî danişîn şopandin.    Rojnamegerên girtî û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Xizmên rojnamegeran, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firat (DFG), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqî (MLSA), gelek rêxistinên civakî yên sivîl û rojnamegerên ji derveyî bajêr, parlamenterên Partiya Çep a Kesk Adalet Kaya, parêzer Serhat Eren, Cengîz Çandar û Sînan Çîftyurek, Rêxistina Bajêr a Partiya Çep a Kesk, Komaleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê û parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû tevlî danişînê bûn.    Axaftina min a bi mêvanên xwe re sûc e'   Ji rojnamegerên ku parastina xwe kir Remziye Temel jî diyar kir ku dema wê li îdianameyê mêze kiriye rewşa Tirkiyeyê hatiye ber çavên wê. Remziye wiha got: “Li her kargehekê hesabgirî û sekreterya heye. Ez li Saziya Arî  sekreter bûm. Ji ber karê xwe yê min kiriye têm darizandin. Ez wek endama rêxistinê hatibe pênasekirin. Endama rêxistinê karê ku ez dikim dike gelo? Dozger ewqas geriya lê tiştek nedît. Axaftinên min ên bi telefonê wekî sûc nîşan dan. Hevpeyvînên ku min bi mêvan û hevkarên xwe re kirin di îdianameyê de cih digirin.  Bi sedan axaftinên min hene. Ez îdiayan qebûl nakim.”    Çima huner û pêşkêşvanî têne darizandin?   Rojnameger Neşe Toprak a ku piştre parastina xwe kir, diyar kir ku rojeva civakî û naveroka bernameyê bi hev ve girêdayî ne û ew hem rojnameger û hem jî aktîvîsteke jin a kurd e. Neşeyê diyar kir ku ev 2 sal in di qada çapemeniyê de dixebite û wiha got: “Li erdnîgariya Kurdan li her cihî û qada ku jin lê hene ez jî lê bûm. Min erka xwe didît ku ez xebatên jinan li her derê ku lê bin eşkere bikim. Her wiha rojnamegerên jin ji ber ku di bin zextên mêran de naxwazin bixebitin tên tepisandin û girtin. Ji bilî vê, ez dixwazim behsa bernameya xwe bikim; Ji ber naveroka van bernameyên ku ev du sal in ez çêdikim, ketim girtîgehê. Min her pêşveçûnên li cîhanê û li welêt şopand û di bernameya xwe de pêşkêş kirin. Huner ji bo civakê pêwîst e. Çima huner û pêşkêşvanê têne darizandin? Kesên ku ji çapemenî û hunerê nerehet in, pêşiya xebata di van qadan de digirin. Lê belê kesên di van qadan de dixebitin hê jî civakê agahdar dikin.”   'Bal kişand ser nûçegîhantiya JINNNES'ê'   Neşe di parastina xwe de bal kişand ser girîngiya rojnamegeriya jin a JINNEWS'ê û bi bîr xist ku Gerînendeya Weşana Giştî ya Ajansa me Safiye Alagaş jî hatiye girtin. Neşeyê da zanîn ku Safiye tenê bi nûçeyên xwe tê sûcdarkirin û wiha got: “Safiye di danişîna ewil a ku ew anînê de hat berdan. Safiye bû dengê jinên û heta niha jî karê xwe berdewm dike. Weke rojnamegerên jin ên Kurd em ê dengê jinan bidin bihîstin. Hem di warê çandê û hem jî di warê çapemeniya azad de ez ê heta dawiyê xebatên xwe bidomînim.”   'Her tişt di îdianameyê de hatiye nivîsandin'   Piştre rojnameger Lezgîn Akdenîz parastin kir. Lezgîn, da zanîn ku di îdianameya bi sedan rûpelan de ku der barê wan de hatiye amadekirin de, wan dîtiye ku dozger her tiştê ku hatiye serê wan li îdianameyê zêde kiriye û destnîşan kir ku dê ev sûcdarî wekî kevirên domînoyê yek bi yek bikevin. Lezgîn di berdewamiya parastina xwe de wiha got: “Hikûmet ji bo xebatên xwe yên rojnamegeriyê bimeşînin dixwaze em wekî wan tevbigerin. Em ê wisa nekin. Em ê çavên xwe ji pêkanînên li civakê re negirin. Di rojnamegeriyê de prensîbên bingehîn hene û ev yek li hemû cîhanê derbasdar e. Divê rojnameger wêrek bin. Hêvîdar im ev bêhiqûqî û neheqî îro bi dawî bibe.”   Rûniştin dê bi parstinan dewam bike.