Li Mexmûrê derbarê tecrîdê de semîner 2023-07-12 13:08:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mexmûrê li ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan semînerek hat lidarxistin.   Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlibûna gelek kesî semîner hat lidarxistin. Di axaftinên di semînerê de hate diyarkirin ku ev demeke dirêj e tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin, ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga çalakiyan hate kirin. Her wiha di semînerê de hate diyarkirin ku ji 14’ê Tîrmehê ve wê li wargehê gelek çalakî bên lidarxistin.