‘Dengê Nûdemê nayê hepskirin' 2023-07-12 09:03:35   Rozerîn Gultekîn    STENBOL - Nûdem Durak ji ber stranên kurdî got 8 sal in girtiye. Nivîskar civaknas Pinar Selek ku yek ji kesên îmze avêt kampanya "Ji bo Nûdem Durak Azadî" wiha got: “Ew deng nayê hepskirin. Nikare bê zincîrkirin. Wê kampanya hîn bêtir mezin bibe. Dengê Nûdemê êdî nikare bê sînorkirin. Ez banga hestiyariyê dikim.”   Di 20 sal desthilatdariya AKP’ê de polîtîkayên tunekirinê yên li hember çand, huner, ziman û nasnama kurd didomin. Bi taybet salên dawî de bi polîtîkayên asîmîlasyonê hunermend tên girtin û cezayên giran tên birîn. Yek ji van jî Nûdem Durak e. Nûdem di 22’yê nîsana 2015’an de hat girtin û 19 sal ceza lê hat birîn.   Dest ji stranan berneda   Nûdem di 1988’an de li Dêrgulê ya Şirnexê hat dinê. Temenê biçûk de dest bi stranan kir. Di 14 salî de ji ber stranên kurdî got hat girtin û salek girtî ma. Piştî demekê dîsa hat girtin û 9 mehan girtî ma. Lê tevî her tiştî dest ji muzîka kurdî berneda. Nûdemê di Navenda Çanda Mem û Zîn de wek mamosteya erbanê dest bi xebatê kir. Di 22’yê Nîsana 2015’an de hat girtin û 19 sal ceza lê hat birîn. Ewil birin girtîgeha Mêrdînê û piştre jî birin girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê.   Li dijî nexweşiyan têdikoşe   Nûdemê piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de ji bo şikandina tecrîdê hatibû destpêkirin. Nûdem di 1’ê Adara 2019’an de ket girevê û 87 rojan di grevê de ma. Ji ber vê niha gelek pirsgisrêkên tenduristiyê dijîn. Nexweşiya helîna hestiyan û çavan pê re peyda bû. Her wiha li dijî nexweşiya guatra jehrî têdikoşe. Lê tevî vê Nûdem emelyatê qebûl nake û fikara wê eve ku dengê wê xera bibe. Nûdemê di meha Gulana 2022’yan de di hevdîtina telefonê ya bi malbatê re banga piştevaniyê kir û got divê hunermend xwedî li hev derkevin.   Ji bo Nûdemê gîtar şandin   Ji bo berdana Nûdemê kampanya tên meşandin û ji her alî bertek nîşanê girtina wê tê dayîn. Ji bo Nûdem ya li girtîgeha Jinan a Baybutê tê girtin di 2021’ê de hunermend û rewşenbîran  kampanyayek navenda wê Fransa bû dan meşandin. Ji Fransa, Îngîlîstan, DYA, Swêd, Senegal, Fas, Cezayîr, Tunus, Gouadaeoupe gelek kesî piştgirî da. Kesên navdar yên wekê Angela Davis, Noam Chomsky, Ken Loach, David Graeber, Peter Gabriel û Roger Waters ji bo azadiya Nûdemê bang kirin. Di 19’ê Sibata 2022’yan de endama koma muzîkê ya Îngîlîz Pînk Folyd, Roger Waters ji bo Nûdem bê berdan bang li serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kir û got divê alavên muzîkê li girtîgehan hebe û gîtara xwe ya ji Nûdemê re şandibû. Lê îdara girtîgehê gîtar nedan Nûdemê.   Kampanya ‘Free Nudem Durak’     Hunermenda kurd elewî ya li Londonê dijî Suna Alan jî di şexsê Nûdemê de ji bo girtiyên siyasî strana ‘Dargerînok’ çêkir. Ji bo Nûdemê herî dawî dawî li Fransayê kampanya îmzeyan a navneteweyî ya bi navê ‘Free Nudem Durak’ (Ji bo Nûdemê azadî) dan destpêkirin. Gelek hunermend, aktor, nivîskar, senarîst, muzîsyen û ji gelek baskî kesên navdar yên wekê Miriam Margolyes, Emel Mathlouthi, Sepideh Moafi, Thurston Moore, Tom Morello 46 navên navdar îmze avêtin metnê û metn di 29’ê Hezîranê de deklere kirin.    Civaknas û nivîskar Pinar Selek ya îmze avêt kampanyayê der barê pêvajoya girtina Nûdemê û kampanyayê de axivî.   ‘Ew deng nayê girtin’   Pinarê da zanîn ku Nûdem di 2015’an de ji ber faliyetê hunerê hatiye girtin û got: “Tevî hemû tiştî Pinar berxwe dide. Hewl tê dayîn Nûdemê mahkum bikin. Nûdem ronahiya xwe bi muzîk û dengê xwe belav dike. Dengê nikare bê girtin nayê giritn. Dengê wê nikare bê zincîrkirin. Ji ber vê me kampanya da destpêkirin. Li gelek deverên cîhanê zilm tên jiyîn. Dema ev li pey hev tên jiyîn mirov bêhestiyar û bê bertek dimînin. Rayagiştî bê bertek dimîne. Ev girêdayê bêçaretiyê ye. Ji ber vê min hema piştgirî da kampanya ji bo Nûdemê. Gelek girîng e ku em dengê Nûdemê bidin bihistin. Ew deng dengê me hemûyane. Bi zextên li ser Kurd û hunermendan daixwazin civakê bitirsînin.”   Dengê Nûdemê tiştên tên jiyîn nîşanê cîhanê dide   Pinarê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ji her çar alî cîhanê hunermend û parêzvanên maf bi Nûdemê re ketine piştevaniyê û ev tişt bi lêv kir: “Tiştên hatine serê kesek ciwan ya wek Nûdemê tiştên ku li welat tên jiyîn bi aşkera nîşan dide. Ji bo beratkirina xwe 25 sale têdikoşim. Gîtara Nûdemê nadinê. Berata min nadin. Biryara DMME ya ji bo Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala pêk nayê. Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin. Hîna gelek tiştên din di vê tabloya reş de heye. Dengê nûdemê dibe alîkar ku rayagiştî vê tabloyê bibîne.”   ‘Wê kampanya bidome’    Pinarê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser kampanyayê û daxuyand ku wê xebatên kampanyayê bidomin û wiha vegot: “Divê çalakiyên piştevaniya navneteweyî ne kurt bin dem dirêj bin. Kampanya ji bo Nûdemê jî heta ku ew azad nebe wê bidome. Ez vê dizanim. Wê kampanya ji bo azadiya Nûdemê mezintir bibe. Dengê Nûdemê êdî sînor bezandiye. Ji vir şûnde jî wê av biherike û riya xwe bibîne. Ez banga hestiyariyê rayagiştî dikim. Bi Nûdemê re bikevin nav piştevaniyê.”