ROJEVA 12'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-12 09:00:00     *Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Berîtan Guneş ku tevli vekirina ‘Navenda Hiş û Lêkolîna Arşîva Pirtûkxana Jinên Kurd’ ku projeya Nagîhan Akarsel bû, diyar kir ku pirtûkxane ji bo jinên cîhanê mînake û got têkoşîn, pênûs û xeyalên Nagîhanê li erdê nemane. DÎMEN HEYE   *Nûdem Durak ji ber stranên kurdî got 8 sal in girtiye. Nivîskar civaknas Pinar Selek ku yek ji kesên îmze avêt kampanya "Ji bo Nûdem Durak Azadî" wiha got: “Ew deng nayê hepskirin. Nikare bê zincîrkirin. Wê kampanya hîn bêtir mezin bibe. Dengê Nûdemê êdî nikare bê sînorkirin. Ez banga hestiyariyê dikim.” DÎMEN HEYE   *Parlementera Partiya Çep a Kesk a Amedê Ceylan Akça, destnîşan kir ku pirsgirêkên li Amedê pêk tên hemû girêdayî hevdû ne û got ew ê bibin bersîva pirsgirêkên gel. DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Mexmûrê Fatma Bîlen, diyar kir ku divê bangewaziya KNK'ê berçav bê girtin û got: "Em baş dizanin ku îro pirsgirêka ku li Rojhilata Navîn heyî û nayê çareserkirin girêdayî tecrîda li hemberî Rêberê me ye. Ji holê rabûna tecrîdê ya di pêvajoya bi dawîbûna Peymana Lozanê de dê li Rojhilata Navîn guhertinan jî pêk bîne." BI DÎMEN