'Rastiya rojnamegeriyê tê darizîn' 2023-07-11 20:39:19   AMED -Danişîna doza 15 jê girtî 18 rojnamevanan a li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a  Amedê hat dîtin. Rojnamegeran di parastinên xwe de destnîşan kirin ku îdianameya ku derheqê wan de hatiye amade kirin naveroka wê vala ye û gotin tê xwestin rastiya rojnamegerî were beravajî kirin.   Rojnamevan Mehmet Alî Şahîn ku herî dawî di rûniştinê de axivî, nerazîbûn nîşanî sûcdariyên li wî tên kirin, da. Mehmet Alî anî ziman ku dozger îdia kiriye ku ew çûye bajarekî Almanyayê, lê di jiyana xwe de qet neçûye wî bajarî, heta di xewnekê de jî. Mehmet Alî wiha got: "Ev yek di qeydên pasaporta min de jî dikare bê dîtin. Ez talîmata tu kesî qebûl nakim û sûcdariyan qebûl nakim. Em hemû dizanin ku civakek eger kor û ker û lal be nikare bijî. Îdîaname rastiyê nîşan nade. Nirxandin û şîroveyên min weke sûc di îdîanameya de cih girtin. Ajansa Mezopotamya bi rengekî ava bû, lê belê di pratîkê de tê armanckirin ku bê terorîzekirin."     Heyeta dadgehê rûniştina îro bi dawî kir û diyar kir ku dê rûniştin sibê saet di 09.00'an de berdewam bike.