‘Azadiya çapemeniyê jêneger e’ 2023-07-11 16:01:13       AMED - Danîşîna doza rojnamegeran bi parastina rojnamegerên ku ji xebatên xwe yên rojnamegeriyê tên darizîn berdewam dike. Rojnameger Omer Çelîk, destnîşan kir ku azadiya çapemeniyê jêneger e.   Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8'ê Hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Ji 22 kesên ku 8 rojan di binçavan de man 16 rojnamevan di 16'ê hezîranê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. 15 jê girtî 18 rojnamevanên kurd ku di 12'ê adarê de îdianameya wan hatibû amadekirin, piştî 13 mehan, îro derketin pêşberî dadger. Danişîn li 4’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê didome.    Piştî navbera ku hat dayîn di danişînê rojnameger Omer Çelîk parastina xwe bi kurdî kir. Çelîk, bal kişand ser girîngiya piştevaniya ji bo azadiya çapemenî û xweîfadekirinê û spasiya kesên hatine danişînê kir. Çelîk, destnîşan kir ku xebatên wan ên rojnamegeriyê weke sûc hatine nîşandan û wiha got: “Li vir, rojnamegerî tê darizandin.”    Bi domdarî Omer anî ziman ku tevahiya pirsên di bernameya wî hatine kirin wî bi xwe amade kirine û wiha domand: “Mijar min diyar kirin. Heke mudaxeleyên hatine kirin ferman bûna, min bi xwe jî ev yek qebûl nedikir. Rayedarên hikûmetê û Abdulkadîr Selvî jî di nav de hinek rojnamegeran, di dema pêvajoya çareseriyê de ji bo Ocalan gotinên erênî dikirin. Lê dema em mijarê tînin ziman, dibe hêmayê sûc. Em mereq dikin bê ka gelo dê edalet ji bo her kesî be yan na.”    'Nasnameya me ya kurd tê darizandin'   Dûvre rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut jî parastina xwe kir û got: “Di bin navê rojnamegeriyê de nasnameya me ya kurd tê darizîn. Dozgerî makeqanûn binpê kiriye. Xebatên me yê rojnamegeriyê di çarçoveya rastiyê de ne. Qanalên ku behs dikin qanalên kurdan e, kurd temaşe dikin. Em pirsgirêkên ku gelê Kurd dijîn radigihînin. Mafê her rojnamegerekî ye ku nîqaş bike, rexne bike û şîrove bike. Ev maf mafekî rewa ye. Gava rojnamegerin di aliyê desthîlatdarê di her mijarê de diaxivin derheqê wan de tu tiştek nayê kirin lê gava mijar dibe kurd cudahîyek şênber tê kirin. Ango darizandina me girêdayî pirsgirêka kurd e. Me hertim karê xwe yê rojnamegeriyê parastiye û em îro jî diparêzin.”   ‘Girtina rojnamegeran sansûr e’   Rojnameger Mehmet Alî Ertaş jî di parastina xwe de anî ziman ku bi darizandina wan çapemeniya gerdênî tê darizîn û got: “Her rojnameger divê bikaribe di çarçoveya parastina exlaqî de agahiyan bigihêjîne civakê. Rojnameya Xwebûnê ku tenê rojnameya bi zimanê xwe weşanê dike tê darizandin. Îro rojnsmegerên ku bi zimanê xwe dinivisîn jî tên darizîn. Ev hemû hedefgirtina nasnameya kurdî ye. Girtina rojnamegeran sansûr û tecrîd e. Em van napejêrînin.”