Li Mergedayê Mala Jinê hat vekirin 2023-07-11 13:32:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca çareserkirina dozên jinan, pêkanîna wekhevhî û misogeriya mafên jinên Ereb, li Bajarokê Mergedayê yê Kantona Hesekê, Mala Jinê hat vekirin.   Piştî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve jinên bajarokê Mergeda a girêdayî Kantona Hesekê, rastî gelek bûyerên bi êş û mafxwarinê hatin, ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)'ê di sala 2017'an ve hatin rizgarkirin. Piştî çirandina kirasê koletiyê xwestin ber bi ronahiyê ve derkevin, ji lewra piştî avakirina Kongra Star îro ji bo parastin û misogeriya wekheviya zayendî li Mergeda yê Ereb lê dijîn Mala Jin hat vekirin.   Li gorî nûçeyaNûJINHA di çalakiya vekirinê de Endamên Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê, endam û rêveberên Malên Jin, meclis, gelek sazî, dezgehên jin û rêveberiya xweser tev jinên Mergeda a girêdayî Kantona Hesekê a Herêma Cizîrê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe girtine.   'Heq dikin di aramî û ewlehiyê de bijîn'   Piştî merasîmê  Axaftina vekirinê ji aliyê Rêvebera Kongra Star a navçeya Şedadê Emîra El-Seed hate kirin û wiha hat gotin: "Jin bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan serkeftin bidest xist. Her wiha jinan ji bo ku bigihêje armanc û azadiya xwe têkoşiya. Tevî ku jin di nav tengasî, xem û kederan de derbas dibin, lê ew heq dikin ku di nava ewlehî û aramiyê de bijîn."   'Herêma ku şahidî ji gelek tawanên DAIŞ'ê re kir, serî hilda'   Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîm Mehmûd jî balkişand ser sekin û berxwedana li dijî DAIŞ’ê û ev tişt anî ziman: "Di 5 salên derbasbûyî de, herêmên me şahidê gelek tawanên DAIŞ'ê li dijî gel û jinan bûn. Tevî vê yekê jî, em bi saya sekn û berxwedana jin û mêran yên bajarokê Mergeda yê, navenda Mala Jinê vedikin. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şoreşa ku deng veda hemû cîhanê. Di vê şoreşê de em bi gelek dijminan wekî Cebhet El Nûsra, DAIŞ, Artêşa Azad û dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû man û bi saya felsefeya Rêber Apo em bi ser ketin. Her wiha ramanê Rêbertî rê li ber me vekir ku em di hemû waran de kar bikin û hejmareke mezin ji saziyên sivîl û leşkerî vekin."   'Rojeke dîrokî li Mergeda tê jiyîn'   Rêvebera Kongra Star a bajarokê Mergeda Besma El-Xideyîr jî got ku îro rojeke dîrokî ye li Mergedayê, rengê demokrasiyê xuya dibê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em bi îsrar in ku felsefeya Netewa Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. Bi armanca pêkanîna demokrasiyê, têgîhiştina civakê û avakirina pêşerojeke azad îro jin Mala Jinê vedikin. Em Rêber Ocalan wekî rêhevalê xwe yê yekem dibînin, li ser esasê domandina meşa ber bi azadiyê em ê têbikoşin. Em ê bi jina azad ber bi federaliya demokratîk ve biçin."   'Şoreşa me xwedî proje ye'   Her wiha Hevseroka Meclisa bajarokê Mergeda Selwa Doqmaq jî got ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne wekî hemû şoreşên cîhanê ye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Şoreşa me ya îro xwedî projeyeke ku hemû netewan digre nava xwe û jinê bêtir rengê xwe di nav de da ye xuyakirin. Şoreşeke wiha bû ku me jin û mêr bi hevre di çeperên şer û qadên jiyanê de dît û jiyan kir. Em ê bi jina azad civakeke wekhev û durust ava bikin."   Piştî axaftinan jî deriyê Mala Jinê ji aliyê jinan ve hate vekirin.