Şêniyên Şengalê li dijî tecrîdê meşiyan 2023-07-11 12:53:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser, gef û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kirin.   Şêniyên Şengalê li dijî gef û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiya. Di çalakiyê de hat ragihandin ku gefên li ser Abdullah Ocalan gefên li dijî tevahiya mirovahiyê ne.   Girseya gel ku ji pêkhateyên Şengalê hemûyan pêk dihat, li ber avahiya Şaredariya Sinûnê li hev kom bû û dest bi meşê kir. Di meşê de posterên Ocalan hatin hildan û dirûşmên‘Bê Serok Jiyan nabe’ hatin berz kirin. Meş heta çarrêya Mam Zekî dewam kir û piştre daxuyaniyek hate dayin.   Di serî de li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen axivî û diya kir ku ew wek civaka Êzidî derbasî 9'emîn salvegera fermanê dibin û wiha axivî; “Gelê me bi saya fikrê Rêber Apo îro li ser axa xwe dijî û gihiştiye vê astê. Bi saya Rêber Ocalan civaka Êzidî ji qirkirinê rizgar bû, lazime em jî vê ji bîr nekin û heta dawî li rêbertî xwedî derkevin.”   Endama Koordînasyona TAJÊ’ê Rîham Hiço jî di serî de gef û tecrîda li Îmraliyê şermezarakir û got: “Ev zêdetirî dû salin  tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin, ev gumanan çêdike. Herî dawî  hate zanîn ku li ser rêbertî xeterî heye û gefa jehrkirinê  li wî têkirin. Divê kes vê qebûl neke û hemû mirovahî li Rêber Apo xwedî derkevin.”   Berdevka Yekitiya Ciwanên Êzdîxanê Sara Botan jî axivî û diyar kir ku ew wek ciwanên Êzidî  gefên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tu awayî qebûl nakin. Sara Botan got, "Îro dema şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan e û ji bo azadiyê mezinkirina têkoşînê ye."