‘Em ê rojnamegertiyê biparêzin’ 2023-07-11 12:45:07     AMED - Danişîna 1’emîn a doza rojnamegeran a ku 15 rojnamegr girtî  û bi giştî 18 rojbameger jê tên darizandin, piştî 13 mehan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, destnîşan kir ku li dijî darizandina rojnsmegertiyê ew ê heta dawirê rojnamegertiyê biparêzin.   Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê navenda wê Amed li gelek bajaran di 8'ê Hezîrana 2022'yan de bi ser mal û sazî û degehên çapemeniyê de hat girtin, 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin. Ji kesên ku hatin girtin Mudura Karên nivîsê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Mudurê Karên Nivîsê yê Rojanameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş,  rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Aktdenîz û Mehmet Şahîn di 16'ê Hezrîanê de piştî ku derxistin dadgehê bi îdaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.   Danişîna 1’emîn ya doza rojnamegeran piştî 13 mehan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin.    Rojnamegerên girtî û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Xizmên rojnamegeran, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firat (DFG), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqî (MLSA), gelek rêxistinên civakî yên sivîl û rojnamegerên ji derveyî bajêr, parlamenterên Partiya Çep a Kesk Adalet Kaya, parêzer Serhat Eren, Cengîz Çandar û Sînan Çîftyurek, Rêxistina Bajêr a Partiya Çep a Kesk, Komaleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê û parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû tevlî danişînê bûn.    Her wiha eywana danişînê ji ber ku biçûk e gelek beşdervan û xizmên rojnamegeran nikaribûn tevlî danişînê bibin.   Rojnamegerên ku anîn eywanê bi çepikan hatin pêşwazî kirin. Piştî tespîtkirina nasnameyan danişînê bi axaftina Hevserokê DFG’ê Serdar Altan dest pê kir.    'Girtina me girêdayî rojeva siyasî ye'   Serdar, destnîşan kir ku îddanemeya derheqê wan di atmosfera polîtîk de hatiye amade kirin û got: “Girtina me ji rojeva sîyasî ne cuda ye. Pirsgirêka herî esasî jî pirsgirêka Gelê Kurd e. Çawa ku pirsgirêka kurd nayê çareser kirin, nayê xwestin dengê wan jî were bihîstin. Heke hûn darizandina çaprmeniyê berdewam bikin em ê jî parastina çapemeniyê berdewam bikin. Tê xwestin ku rojnameger di çerxa kapîtalîzmê de were pasîfîzekirin. Dixwazin çapemeniya azad ji holê rakirin. Li Şûna ku ewqas bi me re bi mijûl dibin bila bi kiryarên destdirêjiya li dijî jin û zarokan, diz û çeteyan re mijûl bin.”   Serdar, di berdewamiya axaftina xwe de behsa dîroka çapemeniya kurd kir û destnîşan kir ku ew bi gelek berdelên giran  hatine vê rojê. Serdar, piştre bal kişand ser îddîanemeya derheqê wan û woha got: “Îddanameya derheqê me ne hêjayî bersîv dayînê ye. Hundirê wê vala ye. Em 13 meh in li benda vê rojê ne û nizanin bi çi sûcî  tên darizandin. Ev bi tena serê xwe pirsgirêkek mezin e. Dozgeriyê di îddîanameyê de xwestiye bi aqilê me bilize. Derheqê me de tiştên neşenber gotiye û bi wan dixwazin encamê bigirin. Di îdanameyê de şahîdên veşartî henin lê di esasê de şahîdên wisa tune ne. Piştî 6 mehan dozgerî ji neçarî li şahîdan geriya. Ango tu sûcekî nîne ku em pê werin darizandin. Em tenê karê xwe dikin. Rojnameger hemû belge û amûran dikare bi kar bîne. Ev ne sûc e. Em ê heta daeiyê jî karê xwe bikin û pişeyê xwe biparêzin.”   Piştî axaftina Serdar 30 deqîqe navber hat dayîn.   Li ber Edliyê daxuyanî   Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKGP) piştî navberê têkildarî darizandina rojnamevanan li ber Edliyeya Amedê daxuyanî didin.