ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-11 09:00:00     * Pirtûka Roza Metîna “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” a ji 7 çîrokan pêk tê ji Weşanxaneya Aryenê, derket. Roza, destnîşan kir ku pirtûka wê li dijî hişmendiya baviksalar bahsa  têkoşîna jinên kurd dike û diyar kir ku wê ji bo nivîsandina pirtûkê ji gulîyên dayika xwe û ji têkoşîna jinan feyz girtiye. DÎMEN HEYE   *Hevseroka AVEKON'ê Esra Asiye Guden bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û qetilkirina siyasetmedarên jin ên li Parîs û Silêmaniyê û got: "Têkoşîna azadiya jinên kurd hedef tê girtin. Gelê Kurd hewl da bibee alternatîfa 3'yem û bi ser ket jî. Paradîgmaya azadiya gelan li vir bi bandor bû, hebûna Birêz Ocalan a li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ya demên borî jî bi bandor bû." BI DÎMEN    *Ji welatiyan Mulkiye Derîn a ku li bazara Qoserê bal kişand ser rewşa aborî û sedma wê jî îqtîdar nîşan da got, "Ez bi 400 TL hatim bazarê pere qediya lê lê çenteyê min ê bazarê vala ye. Em ne dikarin ji bo xwe fêkî bistînn û ne jî tiştekî din. Em mirinê dixwin û vedixun." DÎMEN HEYE