Elif Şafak piştgirî da hunermenda kurd 2023-07-10 19:52:42   STENBOL - Nivîskar Elîf Şafak a ji bo Nûdem Durak a 8 sal in ji ber stranên Kurmancî di girtîgehê de ye bê berdan got, “Stiran çawa dibe sûc? Xwe îfadekirina bi zimanê dayîkê sûcekî çawa ye? Hêvî dikim ev bêedaletî bi dawî bibe û azadiya xwe bi dest bixe.”   Ji bo Nûdem Durak a ji 22'ê Nîsana 2015'an û vir ve di girtîgehê de ye û ji ber bi Kurmancî Stran gotiye bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 19 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, ji çar aliyên cîhanê kampanya û bangawazî dewam dikin. Yek ji kesên ji bo Nûdem a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê girtî bang kir ji nivîskar Elîf Şafak bû.   ‘Bila ev neheqî bi dawî bibe!’   Elîfê destnîşan kir ku Nûdem bi parvekirinên xwe yên li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hunermendeke pir jêhatî ye û wiha got: “Nûdem Durak hunermendeke pir jêhatî ye, jineke ciwan e ku gelek zahmetî derbas kiriye. Ji ber ku bi kurdî stran gotiye 19 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Çawa dibe ku stranbêjî sûc be? Xwe îfadekirina bi zimanê dayîkê sûcekî çawa ye? Hêvî dikim ev neheqî bi dawî bibe û azadiya xwe bi dest bixe.”