'Divê rojnamevan di danişîna ewil de bên berdan' 2023-07-10 19:12:35   ENQERE - Parlamentera Partİya Çep a Kesk Sevîlay Çelenk, dıyar kir ku rojnamevan 13 meh in girtiî ne ü xwest kur rojnamegeran dê sibe danişîna wan bê kirin bên berdan.   Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Sevîlay Çelenk rapora xwe ya têkildarê rojnamevanên kurd ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 16’a Hezîrana 2022'yan de hatin girtin, bi civîneke bi çapemeniyê re eşkere kir. Sevîlayê zextên li ser Ajansa JINNEWS, Mezopotamyayê (MA), Pel û Piya yê bi bîr xistin û îşaret pê kir ku dozgerê lêpirsînê bi rê ve dibe çend roj berê hatiye tayînkirin.   Sevîlayê diyar kir ku piştî girtina rojnamevanan dozger tayînê dereke din hatiye kirin û têkildarê dozê agahî bi parêzerên rojnamevanan re nehatine parvekirin tevî ku biryara nepenîbûnê li ser dosyayê heye, agahiyên têkildarê dosyeyê ji aliya medyaya nêzê desthilatdariyê ve hatiye servîskirin.   Sevîlayê destnîşan kir ku bi van agahiyên hatine servîskirin, rojnamevan tên armanckirin û ev tişt gotin: "Ji rojnamevanan xebatên wan ên pîşeyî, nûçe, roportaj, nivîs û parvekirinên wan ên li ser medyaya dîjîtal û peyvên di van xebatan de bi kar anîne û bi kar neanîne, hatine pirsîn. Daxuyaniyên çapemeniyê û dîmenên meş û xwepêşandanên ku ajansan kişandine, ji aliyê dozger ve wek ‘hewila çêkirina arşîvê ji rêxistinê re’ hatiye pênasekirin."   Sevîlayê anî ziman ku rojnamevan têkildarê rojevên herî giring ên welêt nûçe çêkirin û ji ber nûçeyên ku çêkirin xelat wergirtine û ji lewma wê rojnamevan sibehê derbikevin pêşberê dadger. Sevîlayê wiha axaftina xwe dirêj kir: "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, têkildarê şopandina rojname rojnamevanên nûçe çêkirine, dîtin û şîroveyên xwe weşandine, bi caran biryar dane ku mafên wan hatine binpêkirin."   Sevîlayê got ku divê di danişîna dozê ya ewil de biryara berdanê bê dayîn.