Adalet Kaya çû serdana Kubra Y. 2023-07-10 15:37:39     AMED - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya li nexweşxaneyê Kûbra Y. ya ku hat xwestin bê qetilkirin ziyaret kir û diyar kir ku ew ê pêvajoyê bişopînin.   Li navçeya Sûrê ya Amedê di 4'ê Tîrmehê de Kûbra Y. a 22 salî bi şik û guman ji qata 4'emîn a avahiya xwe ket. Kubra ya ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê, piştî ku rewşa wê baş bû ji beşa lênêrîna giran rakirin odeya normal. Kûbra diyar kir ku Mehmet Alî Yurt ê ku beriya demekê jê veqetiyabû ew avêtiye.   'Dengê me bibihîzin'   Parlamentera Amedê ya Partiya Kesk a Çep Adalet Kaya çû nexweşxaneyê û serdana Kûbrayê û malbata wê kir. Dayika Kubra Kader Tuşek ji Adalet re got, “Ez heta dawî li pey doza keça xwe me. Ez qet dev jê bernadim. Sê neviyên min hene, ez neviyên xwe ji wan re nahêlim. Tişta ku ez ji we dixwazim  hûn dengê me bidin bihîstin. Ez tiştekî din naxwazim, "   'Em her tim bi we re ne'   Li aliyê din Edalet xwest ku Kader zû baş bibe û wiha got: “Em hatine dengê we bidin bihîstin. Ji bo lezkirina pêvajoyê  çi ji destê me tê em ê bikin. Em ê her tim bi we re bin."