HDP û Partiya Çep a Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe 2023-07-10 14:06:24       ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay diyar kir ku ew ê ji îro û pê ve heta 25'ê Tîrmehê li 8 herêman civîn û komxebatên gel li dar bixin. Ebrûyê destnîşan kir ku ji bo xurtkirina polîtîkayên çareseriyê divê di zûtirîn dem de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin.   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, têkildarî civînên gel ên Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirinê de li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîneke çapemeniyê li dar xist.   ‘Dvivê tecrîd bê bidawîkirin'   Ebruyê di axaftina xwe de bal kişand ser pergala tecrîdê ya Îmraliyê û xebernegirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Gelo yên rastiyê nîqaş dikin û dikarin li ser rastiyê baixivin hene? Ên devê xwe vedikin û îtiraz dikin rastî êrişa daraza ku bûye aparatek desthilatê tên. Ji bo ev rûxandin û krîz neyên nîqaşkirin zext û êriş tên kûrkirin. Mesela tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan ku tevahiya civakê eleqedar dike, êdî li ser hemû civakê tê pêkanîn. Rojnamevan MErdan Yanardag ji ber ku li ser tecrîdê axivî û qanûnên gerdûnî û neteweyî bibîr xist û got 'sûc nekin' ewilî ji aliyê çapemeniya desthilatê ve hat lînçkirin û paşê demildest ji aliyê daraza desthilatê ve hat girtin. Her kes baş dizane ku ne nîqaşkirina li ser tecrîdê, pêkanîna tecrîdê sûc e. Raya dmeokratîk baş dizane ku sedema sereke ya israrkirina di tecrîdê de, israrkirina di neçareserkirinê de ye. Ji bo pêşxistina polîtîkayên çareserkirin, demildest divê dawî li tecrîda li ser birêz Ocalan bê."    'Çare em in'   Ebruyê di berdewana axaftina xwe de bal kişand ser xizanî û bihabûna li Tirkiyeyê jî û got: "Em bi salan hewl didin pêşî li ber vê xizanî û krîzê bigirin. Mixabin em di vî warî de bi ser neketin û ev jî xwerexneya me ye. Guherandina rewşa heyîş berpirsiyariya me ye û jixwe em nîqaşên xwe yên ji bo heyama nû jî di vê çaçroveyê de dikin. Lewma em gilî û gazinan nakin. Ji lew re çareserî em in, hêz bi me re ye. Em di xwe de li çareseriyê digerin."    Civînn gel dê bên lidarxistin   Ebruyê wiha domand: "Lewma partiya me piştî hilbijartinan pêvajoyeke îstişare, nirxandin, rexne û xwerexnekirin da destpêkirin. Me bi civînên xwe yên Meclisa Partiyê, Meclisa Jinan, Hevserokên Bajaran, Lijneya Rêveber a Navendî û Lijneya Rêveberiyên Herêmî dest bi vê pêvajoyê kir. Paşê de di du hefteyan de ev yek bi rêxistinên xwe yên baja rû navçeyan re nîqaş kir. Niha em asta duyem a vê pêngava guherîn, nûkirin û rêxistinkirinê pêk tînin. Em ê ji îro heya 25'ê Tîrmehê li 8 bajaran van nîqaşan bi civînên berfireh ên gel re bbimeşînin. Partiya me bi awayekî zelal û bi wêrekiyeke mezin deriyê xwe ji bo nirxandin, rexne û xwerenekirinê ya gelê me vekiriye. Ji lew re em ji têkoşîna xwe û feraseta gelê xwe bawer dikin. Xwediyên sereke yên vê têkoşînê, vê partiyê û van destkeftiyan gelên me ne. Ev pêvajo ji bo me hemûyan û ji bo her kesî dê veguhere pêvajoya xwedawerivandin û nûkirinê. Beriya her tişî dê gelê me li dijî êrişan xwedî li partiya xwe û nirxên xwe derkeve û dê bi rexneyên xwe yên rast mudaxileyî vê pêvajoyê bike."    Ebruyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku civînên wan ên gel ji bo her kesî vekirî ne û ji bo beşdariya li civînan bang kir.