ROJAVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-10 09:00:00     *Li Kurdistanê bi tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê herî zêde destkeftiyên jinan hedef hatin girtin û bi dijminahiya li hember jinan di dîrokê de cihê xwe girtin.   *-Mirovê Şemiyê Umît Efe ku nûnerê TÎHV yê Stenbolê ye 28 sal e di nav têkoşîna heqîqet û edeletê ya Dayikên Şemiyê dimeşînin de cih digire. Umît da zanîn ku der barê dijhiqûqiya ku pê re tên rû hev serî li DMME û NY’ê didin û got: “Em li dijî vê serî natewînin. Em ê her şemî li qadê bin. Em ê gumanbaran derxin pêşberî darazê. Em ê bi ser kevin û dest ji Qada Galatasarayê bernadin.” DÎMEN HEYE   *Endama OHD û EHB’ê parêzer Gulhan Kaya ku faliyetên wê yên pîşeyî û betlana ku kiribû sûc hat hesibandin û hat girtin wiha got: “Pîşeya min kirine sûc. Lê ez ser bilind im. Dibêjin çima tu çûyî li girtîgehê bi muvekîlên xwe re hatiyî cem hev. Ez dibêjim ku ez divê zêdetir biçim hevdîtina wan. Ew dibêjin terorîst. Lê ez dibêjim ku ez derkevim ji cihê mayî êz ê dewam bikim.”   * Erkan Tartuk jina bi navê Şule Akdenîz ku pê re di asta destberdanê debû qetil kiribû. Di biryara bi hinceta ya cezayê li Erkan Tartuk hatiye birîn,  îfadeyên gumanbar wek ‘parastineke der barê sivikirina sûc û ji sûc xilas bûn’ hat nirxandin.