Li Edeneyê dijî daxuyaniyê êrîş 2023-07-09 20:07:28   EDENE - Komîteya Hefteya Rumetê ya LGBTÎ li Edeneyê xwest daxuyaniyê bide. Polîsan êrîş kir û nav de parêzer jî hene 18 kes bi derbkirinê hatin binçavkirin.   Komîteya Hefteya Rumetê ya LGBTÎ ya Enqereyê xwest li Parka Ataturk daxuyaniyê bide. Polîsan bi hinceta qedexeya çalakî û bernameyan a sê rojan ya Walîtiyê asteng kir.  Polîsan dora girseyê girt û êrîş kir. Pêşî li rojnamegeran girt û parlamenera Partiya Çep a Kesk Perîhan Koca derb kirin û xwestin binçav bikin. Midûrê polîsan mudaxaleyê Perîhanê kirin û tehdîda binçavkirinê kirin.   Navn de hevseroka HDP’ê a Edenê Helîn Kaya, parêzer Zelal Demîray, Umay Buyukdag û Baran Taygun Metîn jî heye 18 kes hatin derbkirin û binçavkirin.   Hat hînbûn ku  18 kesên hatine binçavkirin birine Saziya Tipa Edlî û rapora derbkirinê dane û piştî îfadeyan wê bên berdan.