Ji welatiyan protestoya DEDAŞ’ê 2023-07-09 19:36:51   RIHA - Welatiyan ku 4 roj in ceyrana taxa wan hatiye birîn DEDAŞ protesto kirin û polîsan êrîşê welatiyan kir herî kêm 20 welatî binçav kirin.   Li Wêranşar a Rihayê welatiyan birîna ceyranê ku 4 roje didome protesto kirin. DEDAŞ’ê ceyrana 10 taxî birî û 4 roje ji ber ceyran tune av naçe ser erdên wan. Welatî çûn ser Avahiya Şefiya Karkeriya Wêranşar a DEDAŞ’ê û rê girtin. Nêzî 300 welatiyên hatin gel hev ev rewş protesto kirin.   Polîsan bi TOMA êrîş kir û 20 welatî binçavkirin.