Li 9 navendan meşa li dijî tecrîdê 2023-07-09 16:37:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang li saziyên navneteweyî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.   Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel daketin qadan û meşiyan. Di meşên ku li 9 navendan hatin lidarxistin de, bal hat kişandin ser biryardariya di têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de. Bi deh hezaran kesên ku li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Til Birak, Til Temir, Dirbesiyê, Girkê Legê, Şedadê, Til Hemîs daketin qadan û xwestin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe bang li saziyên navneteweyî bi taybet Meclîsê kirin. Di serî de Bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û hemû sayzin navneteweyî hat kirin ku bikevin nava liv û tevgerê û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.